Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e 2021-10-08 09:06:42 AMED - Li Amedê malbata Yakûp Înan 5 meh in bê ceryan û av e. Înan, diyar kir ku nikaribûye formeyê dibistanê jî ji keça xwe re bistîne û got: "Zarokên min li ber ronahiya findê li dersên xwe dişixulin." Ji ber bihabûna ceryan, gaz, av, kirêyên xaniyan, zexîre, kinc û gelek tiştên din her diçe xizanî kûrtir dibe. Ji van malbatên xizan yek jê jî malbata Înan e. Malbata Înan li Taxa Hûzûrevlerî ya Amedê dijî û  meh in vê ceryan û av e.    Yakûp Înan (40) anî ziman ku ji sala 2012'an ve heqê ceryanê nedane û ji ber vê ceryana wan tim tê qutkirin. Înan, bilêv kir ku ji bo vê serî li walîtiyê daye, lê walîtiyê tu tiştek nekiriye û heya niha nêzî 70 hezar deynê ceryanê lê ye. Înan, diyar kir ku DEDAŞ'ê saeta ceryanê jî biriye û nêzî 5 meh in bê ceryan û av in.   ZAROK LI BER RONAHIYA FINDÊ LI DERSAN DIŞIXULIN   Înan, bilêv kir ku nikare lazmatiyên zarokên xwe bistîne û rewşa tê de ye bi vî awayî anî ziman: "5 zarokên min hene. 4 jê diçin dibistanê. Ji ber ceryan tune ye, zarokên min li ber ronahiya findê li dersên xwe dişixulin. Rewşa min a aborî nebaş e. Ji ber ku hikumxwar im, kes kar nade min. Nikare di bin barê mesrefên metbaxê û dibistanê de rabim. Bi ser de jî ev tarîtî û bêavî heye. Li ber ronahiya mûmê alîkariya zarokên xwe dikim ji bo dersên wan. Ji ber ku rewşa me nebaş e, min nikaribû ji keça xwe ya 14 salî re formeyê dibistanê bistîne. Midûrê dibistanê jî ji ber formeyê wê tune ye, nehişt bê dibistanê. Niha keça min ji dersên xwe dimîne."   Înan, destnîşan kir ku li welêt krîzeke aborî ya mezin heye û wiha pê de çû: "Ên dibêjin 'krîza aborî tune ye' bila werin li mala min, fatûreyên min, li deynên min, li metbaxa min û sarinca min mêze bikin. Ji ber ku ji wan re diserife dibêjin 'krîza tune ye.' Çend roj berê serokkomar çûye bi milyarekê tişt mişt stendine. Tu radibî bi milyarekê tit miştina distînî, lê ez wê milyarê peyde nakim. Em nikarin nan bînin mala xwe. Tenê em ji weqfê nêzî du hezar lîreyî distînin. Lê têra tiştekî nake. Pirî caran zarokên min serê sibê birçî diçin dibistanê. Heger serokkomar ehlê dînê xwe be, bila neheqiyê neke, durist be. Em çend sal berê bûn endamê AKP'ê, me pir jê yeqîn dikir. Lê em xeyalşikestî bûn. Êdî em jê yeqîn nakin."    BILA XIZANÎ BIQEDE   Înan, xwest alîkariya wî û hemû xizanan bê kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Krîza aborî heye û em vê yekê ji kûr de hîs dikin. Di serdemeke wiha de, em li Komara Tirkiyeyyê di tariyê de ne û bêav in. Û dibêjin bi pereyê weqfê debara xwe bikin. Ka werin, hûn vê bêderfetiyê biceribînin. Bang li rayedarên dewletê dikim, bila çareyekê ji fatûreyên min ên av û ceryanê re peyde bikin. Bila meseleya xizaniyê ji bo her kesî bê helkirin."    MA / Eylem Akdag