Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin! 2021-10-08 09:06:43 MÊRDÎN - Abdûrrahman Şahînê ku navê wî di nav lîsteya nelirêtiyên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ye, lêpirsîna derbarê wî de ji aliyê walîtiyê ve hat sekinandin. Hat derpêşkirin ku yê ku destûra lêpirsînê ya li walîtiyê daye sekinandin jî xizmê wî Serokê AKP'a Bajêr Farûk Kiliç e.  Derbarê nelirêtiyên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, lêpirsîn li ser lêpirsînê tê destpêkirin. Hema bibêje tevahiya serokên daîreyan ên di dema qeyûmê berê de li şaredariyê hatin bicihkirin ji peywirê hatine girtin. Piştî lêkolînên mifetîşên milkiyeyê yên girêdayî Wezareta Karên Navxweyî gelek nelirêtî hatin tespîtkirin û ji ber van nelirêtiyan qeyûmê berê û waliyê Mêrdînê yê ber Mûstafa Yaman jî di nav de derbarê zêdetirî sed kesî de lêpirsîn hatine destpêkirin. Ji van kesan heya niha mudaxileyî Serokê Daîreya Karên Çand, Turîzm û CivakîAbdûrrahman Şahîn nehatiye kirin. Lê tê derpêşkirin ku Şahîn ji aliyê xizmê xwe Serokê AKP'a Mêrdînê ve tê parastin.    REFERANSA WÎ SEROKÊ AKP'A BAJÊR E   Piştî lêkolînên mifetîşên milkiyeyê derket holê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Karên Çand, Turîzm û Civakî de di gelek îhaleyan de nelirêtî hatine kirin. Mifetîşan derbarê Şahîn û kesên pê re rapir amade kirin. Ji bo lêpirsîn bê destpêkirin jî rapor ji Walîtiya Mêrdînê re hat şandin. Lê belê Waliyê Mêrdînê û qeyûmê şaredariyê Mahmût Demîrtaş rapor îmze nekir. Hat derpêşkirin ku yê ku lêpirsîn asteng Serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç e.    Kiliç hem gundiyê Şahîn e hem jî xizmê wî ye.    ÎDIA RED KIRIN   Serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç îdiayên tên bilêvkirin red kirin û parast ku ew jî dixwaze kesên ku karên dijqanûnî dikin bên darizandin. Kiliç, anî ziman ku îdiayên derbarê wî de bêbinî ne.