'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn' 2021-10-08 09:06:45 EYN ÎSA - Piştî ku Tirkiye ket bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her du bajêr êdî bi mirin, xespkirin, talankirin, revandina mirovan û rûxandinê tên bibîranîn. Hevseroka PYD'ê ya Herêma Firatê Berîvan Îsmaîl got: "Tirkiye li sînorên xwe ne mozaîka gelan, komên dînperest ên tundraw dixwaze."  Tirkiye, di 9'ê Cotmeha 2019'an de tevî komên paramîlîter ku navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê li wan kiriye, ji hewayê û bejahiyê ve êriş birin ser bajarê Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji roja ku qada hewayî hat vekirin û pêşî li ber Tirkiyeyê hat vekirin ku têkeve van her du bajaran heya niha, her du bi mirin, revandina mirovan, xespkirin, talankirin û rûxandinê dibin rojev. Her wiha Tirkiye û komên paramîlîter li van bajaran, gefê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dixwin.    Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a Herêma Firatê Berîvan Îsmaîl, anî ziman ku Tirkiye li sînorên xwe ne gelan, komên selefî dixwaze.    EFRÎN, SERÊKANİYÊ VE GİRÊ SPÎ   Îsmaîl, bibîr xist ku sala 2019'an ji bo gelên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî demeke zehmet bû û di vê demê de koçberî çêbûye û zilm hatiye kirin, lê di heman demê de gel û yekîneyên parastinê jî li ber xwe dane. Îsmaîl, bibîr xist ku cîhan li ber vê yekê xwe li bêdengiyê daniye, lê dê dev ji axa xwe bernedin û heta dawiyê bitêkoşin.   Îsmaîl ku ji Girê Spî ye, bibîr xist ku gava bajar ji dest DAIŞ'ê hatiye derxistin gel bi coşeke mezin vegeriyaye mala xwe. Îsmaîl, diyar kir ku lê paşê bajar bi êrîşên Tirkiyeyê re rû bi rû maye û got: "Tirkiye bi êrişên mezin û dijwar dixwest pergala heyî birûxîne. Li vir tenê kurd najîn. Ereb, ermenî û tirkmen jî hene. Tirkiye li sînorên xwe ne vê mozaîka gelan, komên dînperest ên tundraw dixwaze. Bi vî awayî bajarên me dagir kirin."    GEL TERKA WARÊ XWE NEKIR   Îsmaîl, destnîşan kir ku gel bi hêviya ku dê rojekê vegerin mala xwe têdikoşin û wiha pêde çû: "Ji ber vê kesên li cem QSD'ê cih girtin, bûn hedefa Tirkiyeyê. Ji bo şikandina vê helwestê bi dehan malbat qetil kirin. Bi taybetî jî malbatên ereb. Dixwazin wan ji ve qut bikin. Lê belê gel, girêdayî axa xwe ye. Mesela bi mehan e Eyn Îsayê bombebaran dikin, lê gel terka warê xwe nekir. Armanceke wan a sereke jî, gelan bera hev bidin."    ÊRIŞÎ JINAN DIKIN   Îsmaîl, anî ziman ku Tirkiye ji bo ku vê pergalê bişikîne êrişine biplan û dorfireh dike. Îsmaîl, destnîşan kir ku pergala ku ava kirine, bi pêşengiya jinê hatiye avakirin û Tirkiye dixwaze vê pergalê birûxîne û gava êrişa 9'ê Cotmehê dest pê kir ewilî jin ji xwe re kirin hedef. Îsmaîl, diyar kir ku mînaka vê ya herî berbiçav qetilkirina Hevrîn Xelefê ye û di şexsê Xelefê de hemû jin hedef hatine girtin û hatiye xwestin pergala wan bê rûxandin. Îsmaîl, bilêv kir ku wan ev yek dîtiye û xeta xwe ya berxwedanê xurtir kirine.    HER KES XWE LI BÊDENGIYÊ DATÎNE   Îsmaîl, da zanîn ku êriş hê jî didomin û axaftina xwe wiha domand: "Çawa gava ku Tirkiye êriş bir ser Girê Spî û Serêkaniyê her kes xwe li bêdengiyê danî, niha jî ji bo êrişên li ser Til Temir û Eyn Îsayê xwe li bêdengiyê datînin. Li herêmê hêzên Rûsya û rejîma Sûriyeyê hene, lê deng ji wan çênabe. Ê ku Sûriyeyê xist vî halî Tirkiye ye, lê li hemberî vê tu refleks tune ne. Rûsya jî li ser vî asasî tevdigere. Ev dewlet li herêmê, xwedî roleke rûxîner in. Ji bo tu pirsgirêkê jî nebûne çare. Tew piraniya êrişên li ser me bi destên wan tên kirin."    'EM Ê PERGALA XWE BIPARÊZIN'   Îsmaîl ji bo bajarên di bin kontrola Tirkiyeyê de jî anî ziman ku Tirkiye hewl dide demografiya herêmê biguherîne û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: "Niha demografiya deverên hatine dagirkirin tê guherandin. Li Girê Spî jî, perwerdehiya tirkî tê dayîn, bi darê zorê. Ên li gor pergala wan tevnagerin, wan bi mirin û îşkenceyê terbiye dikin. Ê ku vê dike dewlet tirk bi xwe ye. Mirovên li wir van pêkanînan qebûl nakin. Li hemberî Tirkiyeyê çalakiyên protestoyî li dar dixin. Gotin, 'em dewleta tirk naxwazin.' Çendî nahêlin raya giştî bi van tiştan bihesin jî, lê tiştên diqewimin ev in. Pêwendiya me ya bi gelên din re û pergala ku me ava kiriye, ji bo me modelek nû ye. Em ê ji bo lêgerîna wan a ji bo jiyana azad têkoşîna xwe mezintir bikin."    MA / Nazim Daştan