Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan 2021-10-08 09:06:47   ENQERE - Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê ku li ser medyaya sanal ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanyeyeke mezin da destpêkirin, armanc dike ku di 8'ê Cotmehê de ji bo Ocalan milyonek tweet bên parvekirin û ji bo vê bang kir: "Di 8'ê Cotmehê de 'Tu jî ji bo Serok tweetekê parve bike.'"    Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê di 23'yemîn salvegera derxistina ji Sûriyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hatibû derxistin, bi dirûşmeya "Azadî ji bo Abdullah Ocalan" li ser medyaya sanal kampanyayek da destpêkirin. Kampanya ji 8'ê Cotmehê heya 10'ê Cotmehê didome û li gor saeta Tirkiyeyê 20.00 û li gor a Ewropayê jî 19.00 dê xebatên hastagê bên kirin.    ‘EM Ê MEHA COTMEHÊ VEGUHERÎNIN MEHA BERXWEDANÊ'   Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got: "Em ê paradîgmaya Birêz Ocalan, hêviya me ya ji bo pêşerojeke hevpar bi rêya palatformên medyaya sanal bigihînin milyonan. Em ê meha Cotmehê ku destpêka komploya navneteweyî ye, em ê veguherînin meheke berxwedanê."    Aktivîstê Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê Ecevît Altûn, behsa armanca meclîsê, xebatên dike û kampanaya "Azadî ji bo Ocalan" kir.    Altûn, bilêv kir ku 8 meh berê dest bi xebatên Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal kirine û piştî li gelek deverên cîhanê bikarhênerên medyaya sanala tevli wan bûne, meclîsa xwe ragihandine. Altûn, ji bo armanca avakirina meclîsê jî anî ziman ku têkoşîna li hemberî manîpulasyon û propagandayên reş ên di demên dawî de li hemberî Abdullah Ocalan û gelê kurd tên kirin.    ‘DIXWAZIN SEROK BIDIN JIBÎRKIRIN'   Altûn, anî ziman ku rojeveke meclîsa wan kampanyaya "azadî ji bo Ocalan" e û got: "9'ê Cotmehê nêz dibe. Me starta kampanyayê jî di vê rojê de da. Em hevalên li medyaya sanal jî me biryar da ku em ê li hemberî vê bêdeng nemînin. Ev mijareke jiyanî ye. Konsepta 22 sal berê hê jî li Îmraliyê didome. Dixwazin Serok bidin jibîrkirin. Dê gelê kurd musade neke."    PIŞTEVANÎ   Altûn, diyar kir ku nêzî mehekê ye derbarê tecrîda li ser Ocalan xebatine zêde tên kirin û got: "Em Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal jî xwest bibin perçeyel van xebatan."   MECLÎSEKE ENTERNASYONAL   Altûn, bilêv kir ku di dema xebatan de ji gelek welatan xwe gihandina gelek mirovên cuda û kesên hay ji paradîgmaya Ocalan hene, tevli kampanyayê bûne. Altûn, diyar kir ku ev cihê kêfxweşî û hêviyeke mezin e û got: "JI Awistiryayê, Japonyayê hea Afrîkayê gelek kesan got dê tevli kampanyayê bibin."    JI BO OCALAN MILYONEK TWEET   Altûn, diyar kir ku armanca wan milyonek tweet e ji bo azadiya Ocalan û got: "Ji bo vê çalakiyê em bang li gelê xwe, hemû xwendekar, hunermend, siyasetmedar û kesên di vî warî de çalak dikin; 'Tu jî ji bo Serok tweetekê parve bike.'"