Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn 2021-10-08 09:15:12 ENQERE - 104 kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan dê bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn. Dê çûkên ji bo hemû kesên jiyana xwe ji dest dan hatine xêzkirin di "Pêşangeha Baskên Ber Bi Aştiyê Ve Difirin" bên pêşandan.  Di ser Komkujiya Gara Enqereyê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat, 6 sal derbas bûn. Dê îsal jî kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de ku DAIŞ'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de pêk anîbû, jiyana xwe ji dest dan bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn. Di çaçroveya bibîanînê de dê di 9'ê Cotmehê de li Navenda Hunerên Hevçerx a Çankayaya Enqereyê ji xeyn, panela têkoşîna ji bo hiqûqê û polîtîkaya bêcezatiyê, "Pêşangeha Baskên Ber Bi Aştiyê Ve Difirin" û "Rawestgeha Aştiyê ya 10'ê Cotmehê" bên pêşandan.    Di pêşangehê de dê çûkên ku yeko yeko ji bo 104 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin xêzkirin bên pêşandan. Ji xeynî vê dê "Rawestgeha Aştiyê ya 10'ê Cotmehê" ku ji qulingê hatiye çêkirin jî bê pêşandan. Hatîce Kapûsûz ku jiyana kesên jiyana xwe ji dest dane bi xêz kiriye, anî ziman ku di meha Çileyê de dest bi vê xebatê kiriye.    JI BO 30 JINAN 30 SÎMIRÊN CUDA   Kapûsûsz, anî ziman ku pêşî çîrok û portreya hemû kesan xwendiye û aşê dest bi xêzên xwe kiriye û ji bo jinan çûka Sîmirê ku di kurdî û farisî de tê wateya sî (30) tercîh kiriye. Kapûsûz got: "Lewma min jin û Sîmir kirin yek û min 30 Sîmirên cuda xêz kirin. Ev çûk, ji xweliya xwe ve xwe ji nû ve diafirîne. Ev taybetiyeke jinan e jî. Lewma min ji bo Dîcle Delî, Dîlan û jinên jiyana xwe ji dest dan yeko yeko Sîmir xêz kirin. Min xwest Meryem Bûlût, Dayika Aştiyê, hebikekî cuda xêz bikim. Min wê wekî Çûka Tawisê xêz kir. Ji bo Veysel çûkeke biçûk heye ku mçşan zevt dike. Min ew li ser şaxekê xêz kiriye. Min ji bo Îsmaîl Kizilçay, kardînalek sor xêz kir."     Kapûsûz ku got "min portreya mirovên ku ew nas nekirin xêz kir" û wiha domand: "Min mirovên ku di komkujiyê de nas nekirin, lê min hez ji wan kir û bi wan re bûm dost. Derbarê xeyal, serpêhatiya nebûn, xizanî, koçberî û girtîbûnê ya her kesî de fikirek min heye."    'ME XWEST EM AVEKÊ LI ÊŞAN BIKIN'   Kapûsûz sedema tercîha xwe ku çima çûk bijartine jî wiha bilêv kir: "Çûk, candarine cansivik, azad in. Ev yek jî mirov baş dike. Xemek me hebû ku kêliyekê be jî em avekê li êşa van mirovan bikin. Lewma xwedî bandoreke muferih e, lê ji aliyekî ve jî xwedî bandoreke dilşewat e. Carinan bi min zehmet dihat, gava difikirîm û min xêz dikir. Wan kêliyan ez disekinîm. Gava tu xwe bi kes re dikî yek û xwe bera nav çîroka wî/ê didî, car heye dilê meriv ditengije. Hêvîdar im kêliyekê be jî dê avekê li êşa malbatan bike. Gava li ser malbatan hûr dibûm, ev yk ji bo min dibû motîvasyon û hîn bêtir li ser xêzkirinê hûr dibûm."    HEZAR QULING   Kapûsûz, anî ziman ku di 6'emîn salvegera komkujiyê de bi daxwaza "aştiyê" hezar quling çêkirine bi kaxezên rengîn û got: "Li gor bîr û baweriya japonana, gava hûn bi mirazekê hezar qulingî çêbikin, ew miraz pêk tê. Me ev bawerî ji xwe re kir armanc û hezar quling çêkirin."    AŞTÎ   Kapûsûz, da zanîn ku ji xeynî vê xebateke kollektîîf a betaniyê çêkirine û got: "Dê betaniya ku navê 104 kesan li ser re jî bê pêşandan. Ev betaniyeke ku keda gelek kesan tê de heye."   Kapûsûz, destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a ji bo aştiyê bidome û axaftina xwe bi vê gotinê bi dawî kir: "Em ê bi inyad bibêjin aştî."    RAWESTGEHA AŞTIYÊ YA 10'Ê COTMEHÊ   Asli Çinar jî "Rawestgeha Aştiyê ya 10'ê Cotmehê" amade kiriye. Ev xebat ji hezar qulingî pêk tê. Çinar derbarê vê xebatê de ev tişt gotin: "Ji ber ku quling temsîla mirazê ye, diviyabû an bi awayekî giştî bifirin an jî bisekinin. Paşê ristek Heyyam hat bîra min; ewr derbas bûn, hêsir man li ser çîmenê. Lewma min ewilî ewrek çêkir. Di bin wê de quling hene û min kursiyeke textîn danî ser xaliya ji çîmenê hatiye çêkirin. Ê li ser wê çîmenê û kursiyê rûniştî em in."    Çinar, diyar kir ku bi kesê li ser kursiyê xwestiye hêsirên çavan sembolîze bike û got: "Ji ber hindê min navê rawestgeha aştiyê lê kir. Ji lew re ên tim li wê rawestgehê disekinin em in."