Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin 2021-10-08 10:28:57   ÊLIH - Li Êlihê di serdegirtina malan de, 2 kes hatin binçavkirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi rêve bir de, di saetên serê sibê de bi ser hin malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de lêgerîn kirin û alavên malbatan belav kirin. Piştî lêgerînê rêvebera berê ya MEBYA-DER’ê Taybet Çetînkaya û endama Meclîsa Giştî ya Êlihê Semra Guneş binçav kirin.    Çetînkaya û Guneş ên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.