Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê 2021-10-08 10:39:18 STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrin, li ser biryara "nayê qebûlkirin" a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a têkildarî astengkirina hevdîtinên malbatan ên li Girtîgeha Îmraliyê, serî li DMME’yê da.   Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin, berdewam dike. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte hem serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê hem jî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê ne bi erênî ne jî neyînî bersiv nayê dayîn.    Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de karîbû hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bike. Ocalan, cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû. Axaftina bi telefonê ya duyemîn û ya dawî ku Ocalan, di 25’ê Adarê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû, di nivî de hatibû birîn.    DI 6 SALAN DE 3 HEVDÎTIN   Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Adara 2015’an de birin Girtîgeha Îmraliyê, nikarin ji mafên xwe sûdê bigirin. Ligel 350 caran daxwaza hevdîtinê ya malbatan û 750 caran a parêzeran, Yildirim 2 car, Konar û Aktaş jî 3 caran karî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.     AYM: BINPÊKIRIN NÎNE   Serlêdanên parêzeran ên li dijî vê rewşê encamê nadin. Parêzeran ji bo cezayên dîsîplînê yên li dijî heq û hiqûqê bên rakirin û mînaka dosyaya biryarên lijneya dîsîplînê ya derbarên muwekîlên wan de bidin wan, di nava meha Kanûna 2020’an de serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezayê Giran dan. Serlêdanên ji bo Aktaş, Yildirim û Konar hatin kirin, hatin redkirin. Parêzeran, li ser vê yekê bi hêceta biryar li dijî hiqûqê ye ji bo muwekîlên xwe Konar, Aktaş û Yildirim serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê, serlêdana derbarê her sê kesan de weke “nayê qebûlkirin” dît. AYM’ê îdia kir ku tu binpêkirinên mafan nînin, û redkirina serlêdanên hevdîtinê “li gor hiqûqê” dît.    SERLÊDANÊN DMME’YÊ   Derbarê serlêdana ji bo Ocalan hatiye kirin de hêj tu biryar nehatine dayîn. Parêzeran ji bo her sê muwekîlên xwe yên din ên serlêdanên wan hatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di serlêdanên 22-24’ê Îlonê de hatine kirin, hat destnîşankirin ku mafê hevdîtina malbatan bi destûra bingehîn, peymanên navneteweyî û mafên mirovan hatiye parastin.   Yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, astengkirina serlêdanên Îmraliyê, tecrîd û serlêdanên din ji ajansa me re nirxand.    SEKNA OCALAN   Ozturk, bi lêv kir ku Girtîgeha Îmraliyê ji bo kirdeyên siyasî û polîtîk hatiye çêkirin û "bi taybetî" ji bo muwekîlê wan Ocalan ê ku di encama komploya navneteweyî de anine Tirkiyeyê hatiye çêkirin.   Ozturk bal kişand ku girava ku girtîgeh lê ye di heman demê de 2’yemîn Qada Qedexe ya Leşkerî ye û wiha got: “Anîna cihekî wisa ya Birêz Ocalan bi rastî jî nîşaneya berdewamiya komployê bû. Li vir bi qasî 10 salan di hucreya yekkesî de hat girtin. Hewl hat dayîn ku vîna Ocalan were şikandin. Di kesayeta wî de, hewl hat dayîn ku vîna gelê Kurd were şikandin. Pêwîst e were zanîn ku ev tecrîd li ser gel jî tê meşandin. Lê belê Birêz Ocalan li hember vê rewşa sîstematîk gavek paşde neavêt û bi paradîgmaya ku hêviyê dide gelê kurd bersiv da.”   HINCETA REDÊ   Ozturk, diyar kir ku Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş dibin şert û mercên tecrîda giran de tên girtin û wiha got: “Di encama çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan de, hin hevdîtin li Îmraliyê hatin kirin. Di demeke ku têkoşîna civakî gihîşt lûtkeyê de, muzakere hatin kirin. Ji xwe berî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de, serlêdanên ji bo hevdîtinê dihatin red kirin. Her tim hincetên weke ‘kêştî xirabe’ û ‘rewşa hewayê nebaşe’ nîşan didan. Dûre bersiv ji bo serlêdanan nehat dayîn. Dûre jî ‘cezayên disîplînê’ kirin hincet. Ji Çileya 2021’an ve jî hevdîtin bi malbatê re nayê kirin û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanan nayê dayîn. Ji meha Adara 2021’an ve jî, ne erênî ne neyînî bersiv ji bo serlêdanên parêzeran nayê dayîn. Niha bi tu awayî hevdîtin nayê kirin û ev rewşek pir nebaşe.”   BIRYARA AYM’Ê   Ozturk, da zanîn ku dadgehên herêmî hemû serlêdanên wan red kirin û wiha bilêv kir: “Dûre me serî li AYM’ê da. Ev demek dirêje em nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Rayedarên darazê mecbûr in ku vê yekê pêk bînin. Bi van binpêkirinan, şer û merc girantir dibin. AYM’ê derbarê serlêdana me ya Kanûna 2020’an de, di meha Nîsanê de biryar da. Bi awayekî lez biryar da. Ev jî dide nîşandan ku AYM çiqasî bêbandore.”   'BIRYAR PARÇEYEKÊ TECRÎDÊ NE’   Ozturk, dest nîşan kir ku AYM’ê jî mîna Dadgeriya Înfazê tevgeriya û wiha rêz kir: “Ji ber ku rêyên hiqûqa navxweyî qediyan, me di 22’yê Îlonê de ji bo Yildirim û Aktaş, di 24’ê Îlonê de jî, ji bo Konar serî li DMME’yê da. Me di serlêdana xwe ya ji bo DMME’yê de mafên muwekîlên xwe bi bîr xistin. AYM ji bo me saziyek teorîk û xeyalî ma. Ji ber ku ne di rewşek fonksiyonel de ye. Ji ber zextên polîtîk û siyasî AYM ne serbixwe ye û di vê çarçoveyê de tevnagere. Di rastiyê de, ev jî parçeyekê tecrîda ku dewam dike ye. Divê DMME bil ez serlêdanan bixe rojeva xwe û biryarek erênî bide. Ji ber ku DMME serlêdanan bi demê re dihêle, Tirkiye ji vê yekê cesaretê digire. Em niha bi rewşekê ku xirab diçe re rû bi rû ne. Divê bi lezgînî biryarek derbarê binpêkirinan de bê dayîn.”    BANDORA TECRÎDÊ   Ozturk, da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî bi êş ên welat tecrîda li Îmraliyê ye û wiha bi dawî kir: “Ev bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Ev her du rewş jî bi heman awayî têne dest girtin. Di demên dawî de li ser pirsgirêka Kurd hîn nîqaş hene. Gotina Erdogan a ‘Pirsgirêka Kurd tuneye’ û biryara AYM’ê ya ‘Binpêkirin tuneye’ bi tecrîdê ve girêdayî ne. Qanûnên li Tirkiyeyê, bi ceribandina li ser Îmraliyê dikevin meriyetê. Dûre ev hemû qanûn li tevahiya welat tên bicihanîn. Li wê derê polîtîkayeke qebûl kirinê, dest pê dike û piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav dib. Ev dûre dibe amûra zilmê ya li dijî hemû gelên Tirk û Kurdan.”   MA / Mehmet Aslan