Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê 2021-10-08 11:34:14 NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevserok Merwan Bedel, di rasthatina “Peymana Şengalê di navbera Bexda û Hewlerê de hatiye îmzekirin got: “Em weke êzidî vî mafî nadin tu kesî. Armanca wan ew bû ku hêzên Êzidiyan bi taybet jî YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxan dersînorî Şengalê bikin û di Şengalê de rêxistinên siyasî, civakî tune bikin. Bi vê konseptê PDK dixwaze xwe weke 2014'an li Şengalê bi cih bike.”   Di 9'ê Cotmeha 2020'an de di navbera Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistana Federe de “Peymana Şengalê” hat îmzekirin. Piştî ku ew peyman hat imzekirin hikûmeta Iraqê û PDK'ê gelek caran xwest ku Şengalê bixin bin kontrola xwe. Lê hewledana destwerdana Şengalê her tim bi berxwedana civaka Êzidî têk çû. Di heman demê de ji bo pêkanîna vê wê peymanê jî Amerîka û Tirkiye ketin nava hewledanan û heta dawiyê piştgirî dan Bexda û Hewlêrê.    Dema ku di 3’yê Tebaxa  sala 2014'an de DAIŞ'ê êrişî Şengalê kir, hêzên çekdar ên PDK'ê Şengal terk kirin. Di komkujiya li dijî Şengalê de bi hezaran Êzidi hatin kuştin û bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazaran hatin firotin. Tê gotin hin jî bi hezaran jin û zarokên êzidî winda ne. Endamên HPG’ê bi komek hindik xwe gihandin hawara êzidiyan û li Çiyayê Şengalê ketin tevgerê û pêşî li komkujiyên DAIŞ’ê girtin. Bi piştevaniya HPG’ê û YPG-YPJ’ê, DAIŞ têkçû û Şengal azad kirin. Civaka êzidî di nava van 7 salên derbasbûyî de, bi pergala xwe rêveberinê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ava kirin. Di nava vê pergalê de, ji hêza parastinê bigire heya dîplomasiyê ji şêwaza rêveberiyê û heya aboriyê de, Şengal bi pergaleke demokratîk û parastî hat rêvebirin. Li gel vê civaka Êzidî hêzên Yêkiniyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yêkiniyên Jinên Şengal (YJŞ) ava kir. Piştî ku rêveberiya xweser li Şengalê hat avakirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî hedef hat nîşandin. Lê li tevî hemû êrişên hevkar jî Êzidiyan dev ji rêveberiya xwe ya xweser berneda û jin, dayik û zarok mil dan milê hev bi hev re têkoşiyan. Ji bo tunekirina vê pergala demokratîk Hewlêr û Bexdayê di 9'ê Cotmeha sala 2020'an de xwest ku bi îmzekirina peymaneke bêyî vîna Êzidiyan bikeve Şengalê. Lê di her hewlêdanên ketina Şengalê de bi berxwedana civaka Êzidî re rûbirû man û xwe paş ve kişandin.     Hevserokê Meclîsa Demokratîk ya Şengalê Merwan Bedel, derbarê berxwedana Êzidiyan, bi vê “Peymana Şengalê” hewledanên Bexda û Hewlerê yên destwerdana li ser Şengalê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.    'ARMANC EW E KU ŞENGAL BÊPARASTIN BIMÎNE’    Hevserok Merwan Bedel, “Peymana 9'ê Cotmehê” y ku di navbera Bexda û Hewlerê de pêk hat bi bîr xist û wiha got: “Armaca wê peymanê bêstatû hiştina civaka Êzidî ye. Armanca peymanê ew e ku hêzên Êzidiyan ji civaka Êzidiyan dûr bikin û çiyayê Şengal bêparastin were hiştin. Di sala 2014'an de dema ku PDK'ê Şengal berda û reviya, di peşmergeyê wan de hilweşandinek çêbû. Hêzeke ku weke DAIŞ'ê ku her kesî li hemberî wan şer dikir, PDK'ê şer nekir û Êzidî bêparastin hiştin. Di sala 2013'an de hikûmeta Iraqê jî li hemberî civaka Êzidî bi berpirsyarî tevnegeriya û Şengal di însîyatîfa PDK'ê de hiştin. Heta di sala 2014'an de Şengal di bin desthilatdariya PDK'ê de bû. Pişt re pêşmerge çûn û DAIŞ hat û civaka Êzidî bi qirkirinekî re rûbirû hiştin. Lê li xelkê li gel berxwedana PKK'ê, YBŞ'ê û YJŞ'ê çek rakirin û li ber xwe dan. Pişt re Şengalê xwe bi rêxistin kir û di nava civakê de îradeyek ava bû. Armanca vê tifaqa di nav PDK'ê û Bexdayê de Êzidî bêparastin hiştin e. Heke erkên xwe yên berpirsyartî pêkneanîne û hesab ji wan kesên ku bûne sedemê qirkirinê neyê pirsîn û Şengal sedî 90'î bibe endamên PDK'ê û dîsa Şengal bi qirkirinekî re bê hiştin. Agahiya civaka Êzidî çiqas jê heye nizanim, lê em dizanin di vê peymanê de piştgiriya Tirkiyeyê û rola Amerîkayê jî heye. Ev jî ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin hêzeke xwe ya biçûk di axa Iraqê de bi cih dikin."    'DI 9'Ê COTMEHÊ DE ÎMZE KIRINA PEYMANÊ BALKÊŞ E'    Bedel, anî ziman ku ew ê bi tu awayî îmzekirina peymaneke bêyî vîna civaka Êzidî nepejirînin û wiha domand: "Peymana 9'ê cotmehê ji aliyê gelek dewletan ve hate pîrozkirin. Lê Êzidiyan rê ne da ku careke din desthilatdariya PDK'ê li ser Şengalê ava bibe. Hebûna wan a li ser Êzidiyan xetereye. Ji ber wê pêkanîna vê peymanê tê wateya pêkanîna qirkirinê. Di heman demê de di rojek wek 9'ê Cotmehê de îmzekirina vê peymanê gelek girîng e. Bi taybetî jî di 9'ê Cotmehê de ku komploya li ser birêz Ocalan hatiye destpêkirin de îmzekirina vê peymanê balkêş bû. Ji ber wê yekê kengî ku ev peymane hat îmzekirin Şengaliyan xeterî dît û daketin kolanan û ev tifaq red kirin. Muxatabê çareserkirina pirsgirîkên Şengalê ne Hewlêre. Dibe ku weke beşeke Kurdistanê Hewlêr xwe berpirsyar bibîne, em vî tiştî red nakin. Lê heta niha Hewlêrê li hemberî civaka Êzidî  berpirsyartiya xwe pêk ne aniye. Bêyî agahiya Êzidiyan îmzekirina vê peymanê tu carî wê neyê qebûlkirin."   'PLANÊN KU NEHATINE NIVÎSANDIN HENE'    Bedel, da zanîn ku bi Hewlêr û Bexda dixwazin bi vê Êzidiyan bê parastin bihêlin û got: "Xalên ku di peymanê de cih digirin li dijî civaka Êzidî ne. Ji ber wê ne tenê em tu Êzidiyek nehate daxwaz kirin û tu Êzidiyek di dema ku ev peymane hatiye îmzekirin amade nebû. Li ser ragihandina xwe dibêje divê ev peymane pêk bê. Xeberê wan bi xwe jî ji vê nîqaşê tune bû. Lê dîsa jî weke bêîrade ser tewandin e, PDK çi bike wê her bibêjin, PDK, Êzidiyan bikuje jî û bifiroşe jî dê bibêjin mafê wan e. Lê em weke Êzidî vî mafî nadin tu kesî. Armanca wan ew bû ku  hêzên Êzidiyan bi taybet jî YBŞ, YJŞ û Asayişa Êzidxan dersînorî Şengal bikin û di Şengalê de  rêxistinên siyasî, civakî tune bikin. Bi vê konseptê PKD dixwaze weke 2014'an de xwe di Şengalê de bi cih bike. Di heman demê de, di vê peymanê de planên ku nehatine nivîsandin hene."    'MAFÊ TU KESÎ TUNE YE LI SER ME PLANAN BIKE'    Merwan Bedel, anî ziman ku kes nikare weke berê li ser vîna Êzidiyan biryar bide û wiha domand: “Derfetên pêkanînên vê peymanê di Şengalê de tune ne. Çimkî armanc guhertina demogafiya Şengalê ye û îradeya Şengalê ya siyasî teslîmî hin kesan kirine. Hêzên dijberî Êzidiyan çalak kirine. Ji ber wê em maf nadin tu kesî ku tifaqeke wiha li ser me bike. Lê heger pêk bînin jî em ê singê xwe venekin û ew ê li hemberî xwe îradeyeke bi hêz bibînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Şengalê divê Netewên Yekbûyî (NY) saziyên mafê mirovan, Bexda û Hewlêr jî îradeya Êzidiyan esas bigirin. Xaka Êzidiyan bêyî îradeya Êzidiyan nedin destan. Heger ev esas hatin girtin wê hingê pirsgirêka Şengalê bê çareserkirin. Lê bi rêbazê xwe weke xwediyê Şengalê ditin nayê çareserkirin. Di sala 2014'an de xwediyeke Şengalê nebû û kê bixwesta dikirî û kê bixwesta ji xwe re difirot. Lê Şengal êdî ne bi wî awayî ye. Şengal a zarokên Êzidxanê ye. Bedelê wê çi be bila bibe, zarokên Êzîdxan bi xwîna xwe axa xwe av dane û teslîmbûnê qebûl nekirine."   'ŞENGAL JI HEWLÊR Û BEXDA ARAMTIR E'   Bedel, da zanîn ku aramiya ku li Şengalê heye li tu deverên Başûrên Kurdistanê û Iraqê tune ye û wiha pêde çû: “Şengal ji herêma Başûrê Kurdistanê jî û ji Bexda jî aramtir e. Qasî ku kuştin, revandin, girtin li van deran çêdibin li Şengalê çênabin. Wexta ku di bin desthilatdariya wan de bû, 10 qatî zêdeyî niha bûyerên xeter li vir çêdibûn. Em heger li Başûrê Kurdistanê binêrin kuştin, girtin çêdibin. Êrişî li ser qampên Êzidiyan dibin û dişewitinin. Bi hezaran xortên Êzidî ku diçin van qampan dîl tên girtin. Bi hezaran kesên ku ne ji Iraqê ne çeteyên Roj ava kirine û li Xanesorê van kesan bi Êzidiyan re didin şerkirin û hevalên me şehîd xistine. Lê kes behsa van nake. Lê heger li Şengalê zarokên Êzidiyan carekî pezê xwe li cihekê baş çêrand çavê wan re diçe. Heke rêzê li hebûn û îradeya Êzidiyan bigirin wê demê Êzidî dikarin danûstandinekî bi wan re bikin."   'VEGER KÊM BÛYE'    Bedel, bal kişand ser vegera li Şengalê û wiha got: “Bi îmzekirina ‘Peymana Şengalê’ re vegera xelkê me kêm bûye. Beriya ku vê peymanê îmze bikin, di dawiya 2019'an û destpêka 2020'an de Êzidî vedigeriyan ser axa xwe. Di rojekî de nêzî 100 mal vedigeriyan Şengalê. Hejmareke zêde malbatên ji Xanesorê, Sinûnê, Diwirê, Serdeştê, Borik û gelek gundên din vegeriyan. Lê hema piştî îmzekirina vê tifaqê, vegera Şengalê hat sekinandin. Yek ji armancê wan jî ev bû. PDK dizanibû êdî nikare rê li pêşiya vegera Şengalê bigire. Di ragihandinê de weke ku li Şengalê ewlehî, aramî tune ye tê nîşandan. Ji ber wê vegera li Şengalê sekinî. Niha jî veger heye lê kêm e. Lê em di wê baweriyê de ne ku di pêşerojê de wê Êzidî di van kampan de nemînin."   'ENCAX ÎRADE DIKARE ŞENGALÊ AVA BIKE'    Bedel, di dawiya axaftina xwe de got ku li dijî her êrişekî ew ê Şengalê biparêzin û ev tişt anî ziman: "Ji nû ve avakirina bajarvaniya Şengalê de gelek zehmet e. Ji ber ku hema bêje bajar hemû hatibû xerakirin. Di êrişên hewayî de gelek mal hatin hilweşandin. Di 11 mehan de me li vir mil bi mil şer dikir. Ji bo avakirina Şengalê alikariyek ji Şengalê re nayê kirin. Gelek kes hene ku hê jî malên wan xerabe ne. Pirsgirika avakirinê di Şengalê de ji ber ku hebûna Êzidiyan niha nakeve berjewendiyê dijminên Êzidiyan jî naxwazin ku cihên wan ava bikin û derfetê avakirinê bidin wan. Lê dîsa jî Êzidî dikarin xwe bikin yek û Şengalê ava bikin. Encax zanîstî, îrade rêxistinbûyin dikare Şengalê bide avakirin. Heger em çi jî bikin weke beriya 2014'an em tenê qesran bixwazin ava bikin jî wê feydeyê xwe nebîne."   MA / Zeynep Durgut