Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin 2021-10-08 13:03:20   RIHA – Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Pirsûsê Yaşar Gunduzalp, ji bo îfade bide çû qereqolê, lê bi hinceta ku cezayê wî hatiye erêkirin sewî edliyê hat kirin û li edliyê hat girtin.   Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Pirsûsê Yaşar Gunduzalp, ji Qereqola Eskerî ya Murşîtpinarê ji bo îfade bide bangî wî hat kirin. Gunduzalp ê çû qereqolê îfade bide, bi hinceta cezayê wî yê girtîgehê hatiye erêkirin, sewqî Edliya Pirsûsê hat kirin.     Ji ber hesabê medya dijîtal, di sala 2016’an de, doz derbarê Gurduzalp de hatibû vekirin. Di encama darizandinê de 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Gunduzalp hatibû birîn. Gunduzalp di 29’ê Gulana 2017’an de hatibû girtin û piştî 2 salan di girtîgehê de ma, di 29’ê Gulana 2019’an de serbest hatibû berdan.    Duh hat hînbûn ku 16’emîn Daîreya Ceza ya dadgeha bilind cezayê Gunduzalp erê kiriye. Gunduzalp ê hat binçavkirin û sewqî edliyê hat kirin, piştî ku biryar li rûyê wî hat xwendin şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.    Hat diyarkirin ku Gunduzalp, di çarçoveyê ceza de, wê 4 mehan di girtîgehê de bimîn e.