Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye 2021-10-08 14:31:19 ÎZMÎR - Dayika Aştiyê ya 70 salî Şukriye Kizildag a ku tedawiya penceşêrê dibîne û li Egeyê di serdegirtina malan de hatibû binçavkirin, 2 rojin dibin çavan de ye.    Polîsan, di 7’ê Cotmehê de,  di saetên serê sibê de li Îzmîr û Manîsayê bi ser malên endam û rêveberên Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUAYDER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) de girtin. 12 kesên di operasyonê de hatin binçavkirin, li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tên girtin.    Parêzerên ku hevdîtin bi kesên dibin çavan de ne re kirin, diyar kirin ku derbarê dosyeyê de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn û ji ber vê nikarin agahiyên têkildarî hinceta binçavkirinê bigirin.      TEDAWIYA PENÇEŞÊRÊ DIBÎNE   Kurê Dayika Aştiyê ya 70 salî Şukriye Kizildag a dibin çavan de ye, Ahmet Kizildag, bal kişand ser rewşa tenduristiya dayika xwe û wiha got: “Di sala 2018’an de, dayika min bi nexweşiya pençeşê ya çerim ket. Niha tdawiya pençeşê re dibîne. Nexweşiyên tansiyon û şekir ên dayika min hene. Ji ber van nexweşiyan jî ma be, divê dayika min tavilê bê berdan.