Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn 2021-10-08 15:59:56   STENBOL - Rêxistinên ciwanan li ber Zanîngeha Stenbolê kom bûn û qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê bi bîr anîn.    Rêxistinên ciwanan ku gelek rêxistin û partiyan pêk tên ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehêya Gara Enqereyê, li ber Zanîngeha Stenbolê li hev kom bûn, daxuyanî dan û 104 qurbanî bi bîr anîn. Ciwanan di daxuyaniyê de dirûşm berz kirin û gotin ew ê hesabê komkujiyan bipirsin.    ‘DEWLETÊ BI XWE KOMKUJÎ PÊK ANÎN’    Di daxuyaniyê de endama Ciwanên Anarşîst Şeyma Çopûr axivî û navê qurbaniyan yek bi yek got û wan bi bîr anî. Çopur anî ziman ku armanca komkujiyên wê serdemê ew bûn ku ciwan, karker û gelên Tirkiyê neyên ba hev û hevgirtin û têkoşîna wan hevpar asteng bikin. Çopur da zanîn ku îqtidar bi tirsa windakirina serweriya xwe êrişî gelan dike û got: “Hûnê têk biçin û îqtidara xwe winda bikin. Hûnê li ber hêrsa me biçin. Bi dozên ku dewam dikin dixwazin komkujiyan bi me bidin jibîrkirin. Dewletê bi hevkariya DAIŞ’ê komkujiyan pêk anî, dewletê bi xwe pêk anî.” Çopur banga mezinkirina têkoşîna hevpar û hevgirtî li her kesî kir.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.