Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin 2021-10-08 16:10:06   AMED – Doza Hevşaredarên Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên Meclîsa Şaredariyê bi hêceta pergala hevserokatiyê tên darizandin hat taloqkirin.    Derbarê Hevşaredarên Amedê yên berê Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên Meclîsa Şaredariyê bi hêceta “Pergala Hevserokatiyê” bi îdiaya “wezîfeya xwe bi bêrabazî kirine” û “wezîfeya xwe nebaş bikaranîne” doz hat vekirin. Danişîna dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê dewam kir. Dadgehê ji ber ku 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara derbarê reda dadgerî de hêj nedaye, danişînê taloqî 17’ê kanûnê kir.