Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn 2021-10-08 18:24:39   ENQERE - Bi hêceta wêneyên ku girtin e û parve kirine li wênegir û helbestvan Mehmet Ozer salek û 3 meh cezayê hefsê hat birîn.   Bi hêceta wêneyên ku di salên 2012-2014’an de li Muzeya Şermê ya Federasyona 78’yan cih digirtin, li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal parve kirine, li wênegir û helbestvan Mehmet Ozer doz hatibû vekirin. Danişîna doza Ozer ku bi sucdariya “propagandaya rêxistinê kiriye” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin.    Di darizandinê de ji xeynî wêneyên Muzeya Şermê, hin wêneyên li çalakî û bîranînên li Cadeyên Yuksel û Sakaryayê hatin girtin jî bûn mijara sûcdariyê. Dadgehê ji ber wêneyan salek û 3 meh cezayê hefsê li Ozer birî û ceza taloq kir.