ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-09 09:00:08 * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku komplu ji bo şikandina vîna gelê Kurd operasyonek siyasî bû û got: “Lê Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kirin.” * Qeyûmê Şaredariya Pirsûsê Kenan Aktaş, mal û milkên şaredariyê yeko yeko dan midûriyeta polîsan, qeymeqamtiyê, midûriyeta çandiniyê û edliyeyê.    * Zubeyde Karabûlût, diya Zakîr Karabûlût ê ku di Komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da got, "Kurê min û ên din bûn qurbana qoltixa Serokkomar Erdogan" û xwest kesên ji bo komkujiyê xwe li nedîtinê danîne hemû bên darizandin.    * Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê, hinceta cezayê ku ji ber gotina stranên kurdî li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û 8 girtiyan birîbû aşkera kir û gotina stranê ji bo ewlehiya girtîgehê weke gef nirxand.    * Şafîî Hayme ku tevî zarokên xwe gelek caran hatiye binçavkirin û girtin, anî ziman ku heger pêşî li ber hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê vekirin, dê li Tirkiyeyê rêyên demokrasiyê jî vebin.    * Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Seyît Guler, ji bo mezinkirina kampanyaya li dijî tiryakê dane destpêkirin, bang li hemû ciwanan kir.    * Di dawetên li gundê Elemûnê de kincên neteweyî yên ku welatî li xwe dikin, qada dawetê rengîn dikin. Welatî bi vî awayî kelepora dawetên ku xwe disipêrên bi sedan salan, hem diparêzin hem jî didomînin.    * Halît Gelîşken ku li Sûka Sefaran a Cizîrê, dermanê kurmancî yê xwezayî nêrebendê hildiberîne, diyar kir ku nêrebend bi kêrî nexweşiyên hestî tê û wiha got: “Heke di laşê mirov de hestiyek bişikê ji bo cebirandinê ev rêbaza dermankirinê tê tercîhkirin.”   * Hinarên binavûdeng ên Pirsûsê di nav lepên jinan de vediguherin tirşa hinarê. Ayn Zelîha Bînîcî got: "Ji ber ku em li vir bi daran, bi axê, bi hinaran û bi çêkirina tirşa hinaran re mijûl dibin, em kêfxweş in."    * Dêra Nûxrût a 1500 salî ya ermeniyan a li Xelfetiyê bi hilweşînê re rûbirû maye. Heke neyê restorekirin dê bi tevahî hilweşe.   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 215'emîn de berdewam bike.    * Li Enqereyê û Stenbolê parêzvanên mafê mirovan wê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bidin. (12.00)   * Li Êlih û Mêrdînê wê têkildarî kompoloyê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan panel werin lidarxistin. (10.00-13.00)   * Navenda Giştî ya ÎHD'ê wê Kongreya xwe ya 20'emîn a Asayî li Eywana Konferansê ya Haci Bektaşi Velî ya li Enqereyê li dar bixe. (10.00)   * Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10'ê Cotmehê û Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê wê li ser komkujiyê panelek birêve bibin. (11.00-17.00)   * ÎHD û Xizmên Windayan wê li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * DayikênŞemiyê wê di hefteya 863'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * KCD, DBP û HDP wê li sê navçeyên Stenbolê têkildarî salvegera komploya li ser Ocalan çalakî li dar bixin. (16.00)