Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike 2021-10-09 09:00:56 RIHA - Qeyûmê Şaredariya Pirsûsê Kenan Aktaş, mal û milkên şaredariyê yeko yeko dan midûriyeta polîsan, qeymeqamtiyê, midûriyeta çandiniyê û edliyeyê.  Wezareta Karên Navxweyî di 16'ê Mijdara 2019'an de qeyûm tayinî Şaredariya Pirsûsê ya HDP'î kir. Piştî qeyûm hat tayinkirin Meclîsa Şaredariya Pirsûsê jî hat fesixkirin ku 22 endamên wê HDP'î û 9 endamên wê AKP'î bûn. Qeyûm Kenan Ataş, mal û milkên şaredariyê yeko yeko dda saziyên dewletê.    XEBATÊN RÊVEBRIYA HDP'Î DIKE YÊN XWE!   Di dema rêveberiya HDP'ê de ji bo sererastkirina Parka Destbirayiyê ya Suleyman Şah a li gundê Atmenek ê li sînorê Kobanê, proje hatibû amadekirin. Proje bi hinceta "ewlehiyê" hatibû redkirin. Lê piştî tayinkirina qeyûm derdero parkê hat çêkirin. Ev parka ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ew rast kir, qeyûm wekî xizmeta xwe nîşan da. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin rêyên gundan jî rast kirin û qeyûm ev yek jî wekî xizmeta xwe nîşan da. Parka ku li kêleka lojmanên qeymeqamtiyê ên berê ji aliyê HDP'ê ve projeya wê hat çêkirin û hîmê wê hat danîn, qeyûm wê jî wekî xizmeta xwe nîşan da. Qeyûm xwest Navenda Çandê ya Amarayyê ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de DAIŞ'ê êrişeke xwekujî lê pêk anîbû û 33 ciwan jiyana xwe ji dest dabûn, bike midûriyeta polîsan, lê belê ev yek bi hewldanên hevşaredarên HDP'î û endamên meclîsê hat sekinandin. Lê paşê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê navê wê guherand kir Navenda Ciwanan û qeyûm vê yekê jî wekî xizmeta xwe nîşan da.    MAL Û MILKÊN ŞAREDARIYÊ DAN SAZIYÊN DEWLETÊ   Qeyûmê berê Qesra Spî dabû midûriyeta perwerdehiyê, lê belê piştî HDP di hilbijartina Adara 2019'an de cardin şaredarî bi dest xist, Meclîsa Şaredariyê ev biryar betal kiribû. Lê qeyûm Kenan Aktaş, vê carê Qesra Spî da midûriyeta polîsan. Avahî niha wekî midûriyeta polîsan tê bikaranîn. Her wiha qeyûm avahiya şaredariyê ya berê ya li Taxa Elîgorê jî da midûriyeta perwerdehiyê. Qeyûmê berê jî 3 donim eraziyê Taxa Yildirimê yê li ser rêya Kobanê da midûriyeta çandiniyê. Çendî endamên HDP'î yên meclîsa şaredariyê ev biryar betal kirin jî, lê qeyûm Aktaş careke din ev 3 donim erazî da midûriyeta çandiniyê.    30 DONIM ERAZÎ PAYÊ KIR   Qeyûm Aktaş 30 donim eraziyê şaredariyê ku wekî Bazara Genim dihat zanîn, li saziyên dewletê payê kir. Qeyûm vî 30 donimî di navbera edliye, midûriyeta polîsan û qeymeqamtiyê de payê kir.    AKP'Î TEVLI CIVÎNA QEYÛM   Wêneyê ku qeyûm bi 9 endamên AKP'î yên meclîsa şaredariyê, Serokê AKP'a Rihayê Abdûrrahman Kirikçi, Serokê AKP'a Pirsûsê Mûstafa Dogan û rêvebirên AKP'î re girtibû hat parvekirin. Wêne di 15'ê Îlonê de hatiye girtin û AKP'iyan ew li ser hesabên xwe yên medyaya sanal parvekirin û ragihandin wêneyê civîna îstişareyê ye.   Şêniyên navçeyê bertek nîşanî vê rewşa heyî dan û gotin: "Qeyûm xizmeta gel nake. Karê wî bi AKP'iyan re wêneyan bigire."    MA / Mujdat Can - Ferhat Çelîk