Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan 2021-10-09 11:32:38   AMED - Gardiyanan li Girtîgeha Bolûyê bi ser qawişên girtiyan de girtin û dest danîn ser lênûskan girtiyan.    Hat diyarkirin ku zextên li ser girtiyên li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F dimînin, zêde bûne. Mehmet Hayme yê li wê girtîgehê dimîne, tiştên qewimîn bi riya telefonê bi bavê xwe Şafî Hayme re parve kirin. Mehmet Hayme, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê û gardiyanan di bin navê lêgerînê de bi ser qawişan de girtine û di serdegirtinê de dest danîne ser lênûskên girtiyan û hin tiştên wan.    Hayme, da zanîn ku 100 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hatin sewqkirin, 9 jê birine Girtîgeha Bolûyê û ew li odeyên karantînayê tên ragirtin.