Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir 2021-10-09 11:55:29 ENQERE - Kongreya Asayî ya 20’emîn a Komeleya Mafê Mirovan li Enqereyê dest pê kir. Di kongreyê de parastina mafê mirovan hat destnîşankirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Kongreya xwe ya Asayî ya 20’emîn bi dirûşma “Ji raboriyê ber bi pêşerojê ve têkoşîna me ya mafê mirovan, aştî û demokrasiyê didome” li dar dixe. Kongre li Eywana Konferansê ya Navenda Giştî ya Weqfa Çandê ya Haci Bektaşî Velî ya Anadoluyê tê lidarxistin. Ji ber pandemiyê tenê delege beşdarî kongreyê bûn. Li eywanê pankartên kurdî, tirkî û erebî û wêneyê Denîz Poyraz a li avahiya HDP’ê Îzmîrê hatibû kuştin hatin daliqandin.    TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ DIDOME    Serketerê Giştî yê ÎHD’Ê Huseyîn Kuçukbalaban axaftina destpêkê kir û wiha got: “Têkoşîna me ya heqîqetê berdewam dike û em ê vê têkoşîna xwe her bidomînin.”    Di kongreyê de ji bo kesên di têkoşîna mafê mirovan de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Pişt re bi serokatiya Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal hilbijartina dîwanê pêk hat.    Akin Birdal destnîşan kir ku têkoşîna mafên mirovan a 35 sal in dimeşînin giran û dijwar derbas bûye û got: "Têkoşîna me ya li dijî her zextên ku mafê mirovan û gelên herêmê tên paşguhkirin û redkirin ku bi awayek azad bijîn berdewam dike. Ez kesên ku îro ne li cem me ne, rêber û endamên me yên ku di vê meşê de hatin kuştin bi rêzdarî bi bîr tînim. Gelek parêzvanên mafên mirovan, bi taybetî Selahattin Demirtaş, li zindanê ye, dilê me bi wan re ye. Gelek hevalên me li sirgûnê ne, em wê sirgûnê di dilê xwe de hîs dikin. Em hewl didin rê li ber têkoşîna maf û azadiyê vekin, ku ji parêzvanên mafên mirovan re girtî ye.”    ‘EM Ê BIGIHÎJIN TIRKIYEYA AZAD’    Birdal bal kişand ser vekirina Parlamentoyê ya di 1’ê cotmehê de û wiha got: “Di her serdema qanûnçêkirinê de, wekîl sond dixwin ku mafên parêzvanên mafên mirovan ên her kesî biparêzin. Kurd, Elewî, Ermenî, Yewnan, Êzidî, çîna karker, kedkar, jin tê de nîn in. Dayikên Şemiyê ku îro mînaka herî bihêz a bêîtaetiya sivîl in, nobeta xwe ya 863'yemîn digirin. Em wan silav dikin. Em malbata Şenyaşar, Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, yên ku li xerîbiyê ne, yên ku ji bo azadiya xwe di zindanan de û silav dikin. Wek hûn dizanin, girtiya nexweş Ayşe Ozdogan di girtîgehê de ye. Em parêzvanên mafên mirovan parêzvaniya wekhev ji bo her kesî dikin. Em ferq û meylê naxin navbera tu zimn, ol û netewan û siyasetan. Heq û edalet nemaye, mixabin wijdan tune. Li vê erdnîgariyê jî mînakên ku dê çavkaniya têkoşîna me pêk bînin hene. Em ê bigihîjin hesreta Tirkiyeyek ku gelên me karibin bi hev re wekhev û azad bijîn.”    Kongreya Giştî bi axaftina Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan berdewam dike.