‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’ 2021-10-09 13:52:15   ENQERE - Rojnameger Fehîm Taştekîn, di panela “Ji 2015’an, heya roja îro komkujî û bêcezabûnê” de axivî û got: “Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye.’   Bi boneya 6’emîn salvegera Komkujiya Enqerê, panela “Ji 2015’an heya roja îro komkujî û bêcezabûnê” bi hevkariya Komîsyona Parêzerên Doza Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê û Komeleya Aştî ya 10’ê Cotmehê hat lidarxistin. Parêzerên komkujiyên Enqere, Amed û Pirsûsê, rêxistinên civaka sîvîl, sendîka, malbat, birîndar, parlementerên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Mahmût Togrûl, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrıkûlû, Dr. Çigdem Sever, rojnameger Fehîm Taştekîn, Hakki Ozdal û Alîcan Ûludağ beşdarî panêlê bûn.    Moderatoriya panele rojnameger Ozlem Akarsû Çelîk kir. Di panelê de, ewil rojnameger Fehîm Taştekîn ji derveyî welat bi panelê ve hat girêdan û axivî. Taltekîn, bal kişand ser binesaziya DAIŞ’ê û wiha got: “Li paş DAIŞ’ê planek dîrokî heye. Bi destwerdana Sûriyeyê re, DAIŞ derket holê. Dewlet Tirki bi hemû saziyên xwe alîkarî dan DAIŞ’ê Destûr dan ku di sînorên wan re derbas bibin. Piştî ku Kurdan DAIŞ têk birin, Tirkiyeyê dest bi êrişan kir. Girtinên DAIŞ’iyan weke têkoşîna Tirkiyeyê tê nîşandina. Lê em dizanin ku ev ne têkoşînek raste. Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye. Em baş dizanin ku zarok û jinên Êzidî yên DAIŞ’ê revandine li Tirkiyeyê tên veşartin. Lê ev bersûc nayin darizandin.”   Dûre Alîcan Ûlûdag, mafê axaftinê girt û wiha got: “Li Tirkiyeyê, 'teror' amûrek e ku dewlet ji bo tepisandina muxalefetê bikar tîne. Di dozên komkujiyê de min ev rastî baş dît. Di doza Komkujiya Enqerê 10’ê Cotmehê de jî, ev xemsariya dewletê derket holê.”   ‘NE PÊKANE KU AGAHIYA DEWLETÊ JI NEBE’   Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî, diyar kir ku bingeha xebat û rêxistinbûyana DAIŞ’ê Dîloke û wiha bilêv kir: “Li Dîlokê gelek çand, ziman û nasnameyên cuda bi hev re dijîn. Li vê derê xwe veşartin pir rehete. DAIŞ’ê digot ‘ji bo me Reqqa çibe, Dîlok jî ew e.’ Lê tiştek ku dewlet nezanibe tuneye. Hemû DAIŞ’î tên şopandin. Tê zanîn ku perwerdeyên xwe li dar dixin. Hemû kes dizanin ku DAIŞ’î li nexweşxaneyan hatin darmankirin. Di sala 2011’an de hezar û 100 komele li Dîlokê hebûn, lê di 3 salên dawî ev komle pir pir zêde bûn. Li Dîlokê komeleya Ensarên Ciwan hebû. Li pişt hemû teqînan ev komele hebû. Ev komele di 10’ê Cotmeha 2015’an de hat girtin. Tiştekê ku neyê zanîn nîne. Em difikirin ku li Dîlokê hîna jî gelek DAIŞ’iyên dixebitin hene.”    ‘DIVÊ BERPIRSIYAR BÊN DARIZANDIN’   Rojnameger Hakki Ozdal jî, piştre axivî. Ozdal, anî ziman ku divê ji 10’ê Cotmehê tiştekê derbixin holê û ev nirxandin kir: “Ez difikirim ku hîna jî hebûna DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê heye. Ev talokeyek mezine ji bo Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê, divê em hem avahiyên îdarî û hem jî yên siyasî yên ku bi DAIŞ’ê re hevkariyê dikin. eşkere bikin.”