Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike 2021-10-09 14:26:14 MÊRDÎN - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, di panela derbarê 9'ê Cotmehê Komlopya Navneteweyî de axivî û got: "Desthilatdariya AKP'ê dixwaze pergala xwe ya yek zilamî, veguherîne rêveberiya welatekî. Rejîma yek zilamî, bi tecrîdê xwe xwedî dike."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, di salvegera 23'yemîn komploya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan pêk hat de, panelek lidar xist. Panel bi navê "Di têkoşîna demokrasî û azadiyê de tecrîd û komplo' pêk hat. Moderatoriya panelê Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Perîhan Agaoglû kir. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) Bûrhan Arta beşdarî panelê bûn. Ji rêxistina navçe û bajêr jî HDP’yî û DBP’yî beşdar bûn.   ‘TECRÎD DEWAM KOMPLOYÊ YE'   Ebrû Gunay, a di serî de mafê axaftinê sitend bi bîranîna komploya navneteweyî dest bi axaftinê kir û wiha axivî: "Ji komployê heya niha tecrîdek girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin. Armanc ew e ku  têkiliya wî û civakê ji hev qut bikin û bi demê re wî bidin jibîrkirin. Ji bo qutkirina girêdana gelê kurd û birêz Abdullah Ocalan rêbaza komplo û tecrîdê didin bikaranîn. Di pişt vê yekê de jî astengkirina çareseriya pirsgirêka kurd tê. Çawa ku komplo bi têkoşîn û rabûna gelan vala hat derxistin, îro bi tecrîdê jî komployê didin berdewamkirin.”   ‘EM HEMÛ DI TECRÎDÊ DE NE'   Gunay, şert û mercên grava Îmraliyê rêz kir û diyar kir ku rêberê gelan di bin tecrîda giran û bê hiqûqî de jiyana xwe dide meşandin. Gunay, got ev  tecrîd di kesayeta wî de li gelê kurd û me hemûyan tê kirin. Gunay wiha berdewam kir: “Ev tecrîd weke rêbaza rejîma AKP’ê û MHP’ê şeklê xwe girtiye. Em qala tecrîdek 23 salî dikin û rejîmek 21 salî. Ango ev tê wê wateyê ku di hemû rastkirinên sîstemê de agahî û emrê wan heye. Ev sîstem jî di hemû girtîgehan de û di welat de tê bikaranîn. Piştî hevdîtina dawî ya bi birêz Abdullah Ocalan re  di mîtînga HDP’ê ya Amedê de teqînek çêbû û bi dehan kesî jiyana xwe ji destdabûn. Piştî wê bûyerê jî li Kobanê çeteyên DAÎŞ’ê di rojekê de 200 kurd qetil kir. Rêwiyên Xeyalan jî ji bo piştgirîdayîna Kobanê hatin Pirsûsê û li wir hatin qetilkirin. Em dikarin bi sedan bûyerên bi vî rengî rêz bikin ku ev tecrîda heyî li bajaran bû dorpêçkirin û bû xwîn. Ev bûyerana şeklekî din ê tecrîdê radixe ber çavan.”   ‘Armanca me bidawîkirina şer e’   Gunay, herî dawî jî got mixabin em heya niha ji van bûyerên tecrîdê dijîn ji ber ku îqtidara heyî di aliyê şer de polîtîkayên xwe dide meşandin. Gunay, bi bîr xist ku yek ji sedemên herî mezin ê ku ew li dijî tecrîdê derdikevin jî armanca wan a li dijî şer e û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin ku qetlîam, zilim û îşkence bi dawî bibin ku em dizanin bi dawîbûna tecrîdê re wê ev jiyana aram pêkane be. Di nirxandinek ya komploya 9’ê Cotmehê de birêz Ocalan gotibû sedema girtina min valaderxistina planên li Rojhilata Navîn e. Ji ber ku li dijî hêzên serdest û ji bo gelên bindest siyasetek dida meşandin. Di axaftinek xwe ya din de jî gotibû pêwîst e şert û mercên min yên azadî, tendirustî û parastinê werin pêkanîn ku ev şert û merc ji bo hemû mirovan pêwîstiyek e. Ev şert û merc ji bo hemû Rojhilata navîn derbasdar e. Ji ber van sedeman jî rawestandina li hemberî tecrîdê ji me re xwedî girîngiyek mezin e.”   Piştî Ebrû Gunay Parêzer Burhan Arta axivî. Piştî pirs û bersivan panel bi dawî bû.