Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye 2021-10-09 15:26:09   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, diyar kir ku tedawiya girtiyê nexweş Erol Engîn dereng dikeve û jiyana wî dikeve xetereyê.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya “Rûniştina F” a 498’emîn ku her hefte pêk tînin, li avahiya komeleya xwe li dar xist. Endamên komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Erol Engîn ê 47 salî ku Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmara 2 ya tê ragirtin.    BIRÎNÊN NEHATINE GIRTIN     Endama Komîsyonê Meral Şahîn, bi bîr xist ku Erol Engîn di 19’ê Mijdara 2000’an de di dema “Operasyona Vegera Jiyanê” ku 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de birîndar bûye û wiha got: “Birînên wî yên wê demê hêj nehatine girtin. Di mehên dawî de ji ber giliyên wî yên tevizandina dev û rûyê wî zêde bûne, sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin, piştî MR’a wî hatiye kişandin, hatiye diyarkirin ku di serê wî de demirekî ku dişibe berkê guleyê heye. Lê berî ku rapor bidin û tedawî bikin paşve anîne nexweşxaneyê. Dûre ligel tevizandina dev û rûyê wî zêde bûye jî sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin. Di rojên din de ji ber nexweşiya di lingê wî de birine nexweşxaneyê, dema vegeriya tena serê xwe xistine hucreya karantînayê. Pişt re li wir di 18’ê Îlona 2021’an ji ser hişên xwe diçe û li ser rewşa wî nebaş dibe bi ambûlanê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê. Piştî ku tedawiya kirine, piştî 4 saetan careke din birine girtîgehe.”   Şahîn, destnîşan kir ku tedawiya girtiyê nexweş Erol Engîn dereng dikeve û jiyana wî dikeve xetereyê. Şahîn, ji bo ku di serî de girtiyên nexweş, pîr, astengdar, zarok, jinên bi zarok, rîska pandemiyê jî berçav were girtin û bên berdan, xwest rayedar hestiyar tevigerin.