‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’ 2021-10-09 17:20:24 ENQERE - Yek ji birîndarên Komkujiya Gara Enqereyê Çagla Seven di panela têkildarî salvegera komkujiyê de axivî û got: “Ji bo em baş bibin û êşa me kêm bibe, divê edalet bicih were.”    Parêzerên Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê bi boneya salvegera 6’emîn a komkujiyê panel li dar xistin. Panel bi rûniştina duyemîn berdewam kir. Gelek parlamenter, hiqûqzan, parêzvanên mafê mirovan û malbatên qurbaniyan û birîndarên komkujiyê beşdarî panelê bûn. Parlamenter û parêzer bi berfirehî li ser dozê axivîn.    PIŞTEVANÎ WAN LI SER PIYA DIGIRE    Parêzer Mehtap Sakîncî Coşgun a ji malbatên Komkujiya 10’ê Cotmehê di panelê de axivî û destnîşan kir ku di van 72 mehan de tişta ku herî baş ji bo wê hatiye piştevanî bûye û divê ji niha şûn ve jî têkoşîna hevpar were mezinkirin.    ‘DIVÊ EDALET WERE’    Çagla Seven a ji Malbatên Pirsûsê ku ji komkujiyê birîndar rizgar bû jî beşdrî panelê bû û wiha axivî: “Heke rojek edalet were, ew ê ji vir were, ne ji salonên dadgehê ku em dibînin. Heta îro hêj birînên me nehatine pêçandin, derman nebûne. Ez vê yekê piştî her emeliyatê dibêjim. Ji bo qenckirinê yanî başbûnê û bidawîkirina êşa me, divê edalet bicih were. Piştî ku ew bombe teqiyan jî dîsa em her tim wek ‘terorîst’ hatin îlankirin. Malbat tên darizandin û gorên zarokên wan tên hilweşandin. Em kujeran nas dikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Mekanîzmayek dadmendiyê wekî edalet ji me re tê pêşkêş kirin, ku dê birînên me hîn bêtir xwîn bike. Ne kujer em tên darizandin.”    Piştî axaftinan panel bi dawî bû.