Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê 2021-10-09 23:59:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê hat şermezarkirin.   23'yemîn salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek welatên Ewropayê bi çalakiyên protestoyê hat şermezarkirin. Bi sed hezaran kesên ku li Ewropayê kom bûn, komployê şermezar kirin û xwestin tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.    MÎLANO   Li bajarê Mîlanoyê yê Îtalyayê bi banga Komîteya Kurdan meşek hate lidarxistin. Partî, sendîka û rêxistinên ciwanan tevlî meşê bûn.   Girse li Qada San Babîlayê li hev kom bûn û heta qada Scalayê meşiyan. Di meşê de nûnerên saziyan komploya navneteweyî şermezar kirin û diyar kirin heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.   Di çalakiyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hatin hildan.   AMSTERDAM   Li bajarê Amsterdamê yê Hollandayê jî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.   Di meşê de belavoka KCDK-E’yê hat xwendin.   Meş li Qada Jonas Daînel Meîjerpleînê dest pê kir û bi mîtînga li qada Mûseûmpleînê bi dawî bû. Li vê derê belavokek hate xwendin û hate diyarkirin tê xwestin ku komplo were nûkirin.   Di çalakiyê de hat diyarkirin Abdullah Ocalan ne bi tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên cîhanê hêvî ye.   LÎMASOL   Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê jî gelê kurd li Navenda Çanda Kurdan a Theofîlosê kom bûn û komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.   Li navendê flama û posterên ‘Azadî ji Rêber Apo re’ hat daliqandin. Li ser navê komîsyona perwerdehiyê Mehmet Ûcaş axivî û diyar kir ku ji bo azadîya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe geş bikin.   Piştî axaftinan sînevîzyona li ser komploya navneteweyî hat nîşandan.   STOCKHOLM   Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li ser Rêberê Gelê Kurd pêk hat meşek girseyî lidarxistin.   Meş di saet 13’an ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê a li himber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li parka Norra Bantorget dest pê kir, bi hildana alayên Rêber Apo û pankartên bi nivîsa ku komplo şermezar dikirin rakirin û heya bi parka Normalmstorget a li navenda bajêr dewam kir. Piştî ku meşvan gihane qada mitîngê, hevserokê NCDK-Skandînavya Hemîd Bîten axivî.   Bîten got “Beriya her tiştî em wê roja reş şermezar û lanet dikin. Her wek tê zanîn dixwazin li Başûrê Kurdistanê bi destê hin aliyên kurd komploya duyemîn li dijî gelê kurd pêk bînin, li himber şervan û têkoşerên gelê Kurd şerekî pir qirêj tê kirin. Em wan hêzên ku li rex dewleta Tirk a dagirker û hov, şermezar dikin. Êdî her kes dizane kî dost e û kî neyarê gelê kurd e. Em bang li tevayî cîhanê dikin, heya ku Rêber Apo azad nebe, heya ku gelê kurd nebe xwedî statu, ev têkoşîn û ev berxwedan wê her berdewam bike. Heya ku yek şagird û tekoşerên Rêber Apo hebe, ev doz wê bidome. En careke dîtir ev roja reş şermezar û lanet dikin, ji paytexta Skandînavya heya bi Îmraliyê silavên xwe rêdikin û her wiha berxwedana gerîllayên me yên ku di çeperan de şerê hebûn û nemanê dikin silav dikin."   HAMBÛRG   Komploya ku 24 sal berê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Hambûrgê bi meşekê hat protestokirin.   Meş li semta Gansemarkt a Hambûrgê dest pê kir. Kurdên li Hambûrg, Kîel, Bremen û Oldenbûrgê dijîn tevlî meşê bûn.   Hevserokê FED-DEM’Ê Latîf  Serhat diyar kir ku komplo çiqasî kûr be jî wê berxwedana li hemberî komployêjî wisa xurt be. Serhat got “Divê heyeteke CPT’ê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinekê bike.”   Li ser navê NCDK’a Hambûrgê Emîne Riha jî diyar kir ku wê komploger têk biçin.   Meşa ji bo şermezarkirina komployê li pêşiya avahiya Rote Florayê bi dawî bû.   SAARBRUCKEN   Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê jî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.   Gele Kurd li pêşiya Eûropa Galerîayê kom bûn û deqîqeyekê rêz girtin.   Di axaftinan de hate diyarkirin ku komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di şexsê gelê kurd de li hemberî gelên li Rojhilata Navîn hatiye kirin. Di çalakiyê de ev tişt hate destnîşankirin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin nîşan dide û ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêviyeke mezin.   HANNOVER   Li bajarê Hannoverê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi sedan Kurd û dostên wan bi meşekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.   Hevseroka FED-DEM’ê Heval Sebahat di çalakiyê de axivî û got “Hêzên dagirker ji bo dîlgirtina Rêbertî  komployeke navneteweyî kirin lê îro di salvegera wê komployê de bi milyonan Kurd xwedî li paradîgmaya Rêbertî û îdeolojiya wî derdikevin. Em careke din eşkere dikin wê komploger têk biçin wê berxweder bi ser bikevin.”   RENNES   Kurdên li bajarê Rennesê û derdora wê dijîn saet di 16.00’na de li qada Place du Colombîerê kom bûn.   Çalakiya protestoyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre girseyê dest bi meşê kir. Di meşê de belavokên bi Fransaî hatin belavkirin û li qada Rebûplîqûeyê jî mîtîngek hate kirin.   Di mîtîngê de axaftinan diyar kirin ku gelê Kurd roj bi roj nêzî azadiya xwe dibe û hate gotin “Dewleta Tirk a faşîst ligel bi çekên teknolojîk û alîkariya hin hevkaran li hemberî gerîlayan şer da destpêkirin lê di vî şerî de bi ser neketiye. Lê divê were zanîn heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe û zindan neyên valakirin, em ê li her qadê li ber xwe bidin.”   Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Azadî ji Kurdistanê re’ bi dawî bû.   STRASBOÛRG   Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê jî gelê Kurd û dostên wan li hev kom bûn dû diyar kirin ku welatên bûne hevkarên komployê avakarên pergala êşkenceya li Îmraliyê ne.   Gelê kurd ê ku li pêşiya Gara Strasboûrgê li hev kom bûbûn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ komplo şermezar kirin û diyar kirin wê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.   Di mitîngê de parlementerê partiya çep Daniyel Riyazat jî axivî û wî jî salvegera komploya 9’ê Cotmehê a li himber Rêber Apo şermezar kir û daxwaza azadiya ji bo tevayî girtiyên siyasî kir. Her wiha piştgîriya xwe ya ji bo têkoşîn û berxwedana gelê Kurd dubare kir.