Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne 2021-10-10 09:00:42   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê 6 tax 50 roj in di bin dorpêça polisan de ne. Li taxa polis welatiyên didin rawestandin û GBT'ê dikin.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, polis 6 roj in taxên Orman, Dîze, Yeşîldere, Kişla, Cûmhûrriyet û Gungorê dorpêç dikin. Dorpêça polisan saet di 20.00'an de dest pê dike heta saetên serê sibehê didome. Polis li taxan welatî didin rawestandin û li ser welatiyan lêgerîn pêk tînin û Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) dikin. Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji ber vê dorpêçê nikarin ji malê xwe derkevin û bertek nîşanî dorpêça polisan da. Welatî, da zanîn ku polis van pirsan ji wan dikin: "Hûn diçin kuderê? Çi karê we li vir heye? Hûn çi karî dikin?"