Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir 2021-10-10 10:46:04   ENQERE - Polisan mudaxaleyî bîranîna ku hat xwestin ku ji bo qurbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê li ber Gara Enqerê bê kirin, kirin û gelek kesî bi lêdanê binçav kirin.    Di salvegera Komkujiya 10'ê Cotmehê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve di 10'ê Cotmeha 2015'an de hatibû kirin û 104 kesan têde jiyana xwe ji dest dabûn de hat xwestin li ber Gara Enqerê ji bo qurbaniyên komkujiyê bernameyeke bîranînê bê lidarxistin. Lê polisan pêşiya garê dorpêç kir û xwest bîranînê asteng bikin. Polisan, ji bilî xizmên qurbaniyan destûr neda kes tevlî bîranînê bibe. Komeke ku ji 30 kesan pêk dihat îttîrazê vê ferzkirina polisan kir û xwest bikeve qadê. Polisan mudaxaleyî komê kir û gelek kesan bi lêdanê binçav kir.