Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe 2021-10-10 12:30:08   RIHA - Malbata Şenyaşar, di roja 216'an a Nobeta xwe ya Edaletê de ev peyam parve kir: "Wê ev dewran timik wiha berdewam neke."   Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, di 9'ê adarê de dabû destpêkirin di roja 216'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, ji ber dawiya heftê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûs a Rihayê didomînin.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Qet gumana me nîne wê edaleta îlahî cihê xwe bibîne! Dibe ku edaleta dinyayî bê derbaskirin; Lê teqez ew ê jî rojekê bi cih bê. 3 mirov hatine qetilkirin, li holê doz tune ye! Wê ev dewran timik wiha berdewam neke."