Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn 2021-10-10 13:22:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rexmî hemû astengiyên polis û cendirmeyan jî qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn   Rexmî hemû astengiyên polis û cendirmeyan jî qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li gelek navendan li ser gorên xwe hatin bibîranîn.   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê, xwestin gorên qurbaniyê komkujiya 10'ê Cotmehê Yilmaz Elmascan ziyaret bikin. Lê polisan Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Rihayê jî di nav de girseya ku xwest derbasî goristana qurbanî li veşartî ne bibe dorpêç kirin û nehiştin ku bikevin goristanê. Di navbera polis û endamên platformê de nîqaş derketin. Polisan, got ku wê destûr nedin "propagandayê" û tenê Parlamenter Surucu û xizmên qurbaniyan dikarin derbasî goristanê bibin. Surucu û xizmên qurbaniyan, astengiya polisan şermezar kirin û pankarta ku wêneyên 104 qurbaniyan li serê bû vekirin û bi deriyê goristanê ve kirin.    Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Rihayê Mahmût Bînîcî, li ir axaftinek kir û astengkirina polisan şermezar kir. Piştî Bînîcî Parlamenter Surucu axivî û ev tişt got: "Heke ku li Amed û Pirsûsê êrişan astgeng bikirana wê li Enqerê komkujî çenebûna. Divê ji bo komkujiyan ewlehî bê girtin. Polisan goristanê dorpêç kirine û nahilên ku em fatîheyekê jî bixwînin. Di tu ol û baweriyê de deriyê goristanan nayên girtin. Lê li Pirsûsê me vê jî dît.    DORPÊÇA CENDIRMEYA   Piştre heyet derbasî gundê Midevê Biçûk ê navçeyê bû û xwest ku qurbaniyên bi navê Başak Sîdar Çevik û Nîlgun Çevîk li ser gorên wan bi bîr bîne. Li vir jî cendirmeyan goristana gund dorpêç kir. Endamên platformê serdana malbatan kirin û bernameya xwe bi dawî kirin.    EDENE, HATAY Û STENBOL   Ji bilî Riha, li bajarên mîna Edene, Hatay û Stenbolê jî qurbanî bi heman rengî rexmî astenfiyan jî li ser gorên xwe bi bernameyên cuda ji aliye malbatên xwe û gelek kesan ve hatin bibîranîn.