Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan 2021-10-10 17:13:00   STENBOL - Li Girtîgeha Tekîrdagê, gardiyanan li girtiyên ku ji Girtîgeha Kirikkaleyê hatibûn sewqkirin û li dijî lêgerîna tazî ya li hemberî xwe derketin dan.    Di 3'ê cotmehê de nêzî 100 girtî ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê sewqî girtîgehên cuda hatibûn kirin. Li girtîgehên ku sewqî wan hatin kirin lêgerîna tazî li girtiyan hat ferzkirin. Gardiyanan li girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin dan. Girtî Fatîh Kaplan, Fîkret Aslan, Mesût Eren û Bulent Ozcan di 3 cotmehê de û Huseyîn Bektaş, Kenan Çîçek, Îsrafil Aras û Mehmet Develî jî di 4'ê cotmehê de sewqî Girtîgeha Jimara 2 a Tîpa T a TekÎrdagê hatibûn kirin. Di têketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan hatibû ferzkirin. Gardiyana girtiyên ku lêgerînê qebûl nekirin kirin odeyeke ku qamere lê tune ye û li wan dan.    Girtî Huseyîn Bektaş, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku ji ber li dijî lêgerîna tazî derketine gardiyanan li wan daye û piştî 2 rojan wan derxistine revîrê. Bektaş, da zanîn ku rexmî daxwaz kirine rapora lêdanê bigirin jî bijîjkê revîrê rapor nedaye wan. Her wiha Bektaş, agahî da ku rêveberiya girîgehê nivîn jî nedaye wan û banga hestyariyê li raya giştî kir.