ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-11 09:00:04 * Fatman Ocalan, bal kişand ser rewşa kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye û diyar kir ku 7 sal in bi Ocalan re hevdîtin pêk naniye û ev tişt got: "Heke derfet bidin dixwazin bi kursiyê tekerlek biçe hevdîtinê. Heke ew biaxive wê aştî were. Ji bo hatina aştiyê divê demildest tecrîd bi dawî bibe." * Angaşta ku Tirkiye di êrîşên xwe yên derveyî welat de gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe. Di nav mehekê de li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliyên cuda serî li nexweşxaneyan dane.    * Di dosyayên kesên ku dema qedexeyên derketina derve hatine kuştin de ya faîl "ne diyar" tên hiştin an jî "biryara "neşopandinê" tê dayîn. Cîhat Morgul ê 14 salî jî li listeya zarokên ku bi angaşta "endamê rêxistinê" ne dosyayên wan tên girtin hat zêdekirin.    * Gulên reş ên li Rihayê şîn tên di nav lepên destbikêr de dibin parfûm, qolanya, sicûq, şerbet, rîçal, loqim, çîkolate û çayê.   *Qeyûmê Mêrdînê, pirsgirêka wargehan a xwendakeran ji xwe re kir firsend û di bin navê wargehê de ji bo temamkirina wan Qursên Quranê ku Cemiyeta Belavkirina Ilm û û Miftîtiya Mêrdînê dest bi wan kirine û neqandine derxist îhaleyê.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 217'emin de dewam dike.   * Danişîna 23'yemîn doza derbarê 8 kesên li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatibûn windakirin de hat vekirin, wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê bê dîtin. (10.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, wê tevlî bîranîna Dr. Hikmet Kivilim a li Topkapi ya Stenbolê bêderxistin bibe. (12.00)   * Danişîna doza nûçegihana Rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn a ji ber "endamtiya rêxistina terorê" tê darizandin, wê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.