Gulên reş ên Xelfetiyê 2021-10-11 09:00:40 RIHA - Gulên reş ên li Rihayê şîn tên di nav lepên destbikêr de dibin parfûm, qolanya, sicûq, şerbet, rîçal, loqim, çîkolate û çayê. Gulên reş ên li navçeya Xelfetî ya Rihayê şîn tên, bi reng û bêhna xwe ya xweser dibin cihê heyr û hejmetkariyê. Li Xelfetiya ku Komîteya Koordînasyona Navneteweyî ya Cîttaslowê di sala 2013'an de ew daxilî nav tevna "Bajarê Aram", çendî ji ber şewba Covîd-19'ê hejmara serdêrên wê kêm bûbin jî, lê bi xaniyên xwe yên kevirî û xwezaya xwe û gulên xwe yên reş balê dikişîne ser xwe. Piştî çêkirina Bendava Bêrecûkê ya di navbera 1985-2000'î de hat çêkirin, hilberîna gulên reş kêm bûye û êdî di serayan de tên hilberandin. Gulên eş ku di Nîsan-Gulan û Cotmeh-Mijdarê de salê du caran vedikin, di dema paleyiyê de tên jêkirin û tên hişkirin. Paşê pelên wan tên neqandin û di parfûm, qolanya, sicûq, şerbet, loqim, çîkolate û çayê de tên emilandin.    DI BIHAR Û PAYIZÊ DE REŞ DIBIN   Li navçeyê sê sera hene. Yek ji van serayan jî Seraya Teşhîr a Gula Reş e. Huseyîn Akşen ku 15 sal in di serayê de bi gulên reş re mijûl dibe, da zanîn ku gulên wan di bihar û payizê de reş dibin. Akşen, destnîşan kir ku gul ji ber şert û mercên hewayê reş dibin û got: "Şitila gula reş dibin cihekî din, lê reş nabe. Tenê li vira eş dibe. Ev gul hem ji germê hem jî ji sermê hez dike. Divê şeveqê zû bê berhevkirin. Heger şeveqê neyê berhevkirin dê rengê wê biguhere."   KAREKÎ ZEHMET   Akşen, diyar kir ku karê gulên reş karekî zehmet e û got: "Avdaniya wê pir girîng e. Divê her sibeh bê tevirkirin. Sera 550 metrekare ye, tê de nêzî 200 kok hene. Kesaxtina wan pir girîng e. Divê di roja xwe de bên kesaxtin. Di 15'ê Sibatê de şitil ji kokê de tên kesaxtin. Paşê bi awayekî yek û nîv cardin tên danîn. Şitilên zêde tên firotin. Tenê ne di hin demsalan de, divê mirov saloqat li wan miqate be."    BÊHNA WAN XWEŞ E   Akşen, da zanîn ku di Nîsan-Gulan û Cotmeh-Mijdarê de rojê nêzî 20 kîlo pel berhev dikin û got: "Salê di du heyaman de ez 2 ton pel berhev dikim. Ez nîviyê wan hişk dikim û bi wan rîçal, loqim û qolonya tê çêkirin. Nîviyê din jî wekî pel difiroşim. Kesên dikirin, bi wan bêhnine taybet çêdikin. Hilberînerekî parfûman ku ji derveyî welêt tê, wan dikire. Bi qasî ez dizanim şûyeke wê bi 100 Sterrlînî tê firotin. Bêhneke wê ya pir cuda û xweş heye. Îsal dest bi çêkirina berfeşîra wê jî kirin."    DIVÊ HER KES BIBÎNE   Akşen, destnîşan kir ku ji ber şewbê hejmara serdêrên navçeyê kêm bûye, lê belê yên tên jî heya gulên reş nebînin naçin. Akşen, diyar kir ku kesê tên serayê şitilên gulên reş dikirin û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Kesên ji derveyî welat tên hene. Eleqe pir e. Lê divê baş bên nasandin. Tesîsek din jî hat avakirin. Bila her kes were û van gulan bibîne. Bêhan li vir, bêhneke pir taybet e. Bêhneke 60 salî ye. Bêhan gulên herî kevn di xwe de dihewîne."   MA / Emrûllah Acar - Ferhat Çelîk