Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye' 2021-10-11 09:00:41 AMED - Di dosyayên kesên ku dema qedexeyên derketina derve hatine kuştin de ya faîl "ne diyar" tên hiştin an jî "biryara "neşopandinê" tê dayîn. Cîhat Morgul ê 14 salî jî li listeya zarokên ku bi angaşta "endamê rêxistinê" ne dosyayên wan tên girtin hat zêdekirin.  Dosyayên lêpirsînê yên derbarê zarokên ku di navbera salên 2015-2016'an de li Amed, Şirnex, Colemêrg û Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabûn de yek bi yek tên girtin. Di dosyayên ku bi biryara "cih ji peyketinê re tune ye" tên girtin de tê angaştkirin ku zarok "endamê rêxistinê" ne. Di dosyayên ku bi biryara "lêgerîna daîmî" hatine rawestandin de jî tê angaştkirin ku "rexmî hemû lêkolînan jî faîl nehatine tespîtkirin". Piraniya serlêdanên ku li dijî biryaran hatine kirin jî ji aliyê dadgehên bilind ve bi angaşta ku "li gorî hiqûqê" ne tên redkirin.    CEMÎLE, ROZARÎN, FATMA...   Cemîle Çagirga ya 10 salî ku li Cizîrê li pêşiya mala xwe hat kuştin û cenazeyê wê du rojan di sarincê de hat veşartin, Bunyamîn Îrcî (14), Selman Agar (9), Hakki Kulte (13), Fatma Elarslan (13) ku cenazeyê wê piştî 20 rojan hat dîtin, Huseyîn Ertene (16), Mehmet Mete (10), Rozerîn Çûkûr (17) û Aydin Mete (17) tenê çend zarokên ku dosyayên wan hatine girtin û faîlên wan nehatine dîtinin. Herî dawî zarokê bi navê Cîhat Morgul ê 14 salî ku dema qedexeyên derketina derve li navçeya Sûrê ya Amedê hatibu kuştin li lîsteya zarokên ku dosyayên wan hatine girtin zêde bû.     CENAZEYÊ WÎ 3 XARAN HAT VEŞARTIN   Morgul ku li kuçeya Uçuk a taxa Fatîhpaşa ya Sûrê dijiya û diçû pola dawîn a dibistana navîn, dema ku qedexeyên derketina derve didomiyan di meha sibatê ya sala 2016'an de hatibû qetilkirin. Ji ber berdewamkirina şer cenazeyê Morgul ji taxa qedexekirî nehatibû derxistin û li Sûrê hatibû veşartin. Piştre cenazeyê wî ji cihê lê hatibû veşartin hatibû derxistin û ji morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Dîlokê re hatibû şandin. Piştî ku demekê li vir hatibû rawestandin bêyî ku encamên DNA'ya wî derkevin li Goristana Şaredariya Dîlokê hatibû veşartin. Piştî encamên DNA'ya wî derketibûn jî cenazeyê Morgul cara sêyemîn li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hatibû veşartin.    NEŞOPANDINA 'BÊDELÎL'   Di lêpirsîna ku têkildarî kuştina Morgul hat destpêkirin de biryara "cih ji peyketinê re tune ye" hat dayîn. Ji bo biryara ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat dayîn hinceta "tevlî çalakiya çekdarî li dijî hêzên ewlehiyê bûye" hat nîşandan. Lê balkêş e ji bo "çalakiya çekdarî" ya mijara gotinê tu delîl nehatine nîşandan. Serlêdanên ji bo îttîrazkirina vê biryarê jî hatin redkirin.    DOSYA LI AYM'Ê YE     Parêzerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ku piştgiriya hiqûqî didin malbata Morgûl, li ser vê redkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Parêzeran, di serlêdana xwe de destnîşankirin ku ji bo "endamtiya rexistinê" û "tevlîbûna çalkaiya çekdarî" ya Morgul tu delîl û agahî li holê tune ne. Di serlêdanê de parezeran destnîşan kirine ku lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û daxwaz kirine ku lêkolîna pêwîst bê kirin.    HINCETA "ENDAMTIYA RÊXISTINÊ'   Parêzeran, ji bilî serlêdana xwe ya li AYM'ê derbarê Wezareta Karên Hundir de jî serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê dan. Yekemîn Dadgeha Îdareyê, serlêdanê nêrî û red kir. Di biryara redkirinê de nûçeyên ku derbarê Morgul de hatine weşandin û kesê bi navê E.O ku di 3'ê adara 2016'an de teslîm bûye û Morgul weke "endamê rêxistinê" nîşan daye weke hincet hatiye nîşandan. Her wiha dadgehê derbasbûna navê Morgul a di lîsteya ku ji aliyê Yekîneyan Parastina Sivîl (/YPS) ve hatiye weşandin de jî weke hinceta redkirinê nîşan daye.    Biryara ku ji aliyê Dadgeha Îdareyê ve hatiye dayîn ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Herêma Dîlokê ve jî "hiqûqî" hat dîtin. Li ser vê parêzeran serî li Şûreya Dewletê da.    MA / Gokhan Altay