Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin 2021-10-11 13:19:31   SEMSÛRÊ - Parêzger Erdal Kûzû yê di Doza Kerboranê de axivî, cezayê di doza Vartînîsê de bi bîr xist û xwest bersûc bên cezakirin. Dadgehê danişîn taloq kir.    Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, di navbera 29’ê Cotmeha 1995’an de û 8’ê Adara 1996’an de, 3 jê zarok 7 welatî û Çawişê Pispor Bîlal Batir hatibûn windakirin. Derbarê bûyerê de, doz li 18 bersûcan hatibû vekirin. 23’yemîn danişîna dozê ya ku weke Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê tê nasîn, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hat dîtin.    Di dozê de, Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê yê wê demê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navendê ya Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî, di nav de 18 bersûc ji sûcê “kuştina bi zanebûn” tên darizandin.   Malbatên kesên hatin windakirin ji bajarên cuda hatin û bi parêzerê xwe Erdal Kûzû re di danişînê de amade bûn.    Piştî danasîna nasnameyê, birayê Mehmet Emîn Aslan ê 19 salî Kasim Aslan û birayê Hikmet Kaya yê 24 salî Husamettîn Kaya ku cara ewile beşdarî danişînê bûn, îfade dan.    ÊDÎ BESE    Bavê zarokê 12 salî Davût Altinkaynak ê hat qetilkirin Abdulazîz Altûnkaynak, wêneyê kurê xwe nîşanî dadgehê kir û got: “Ev zarok 12 salî bû. Kujerên zarokê min ê 12 salî li derve de ne. Lê me hestiyên xwe ji bîreke 120 metre kûr derxistin. Çeteyên di nava dewletê de em şewitandin. Ev 7 salin, bi hinceta ewlekeriyê em tên vê derê. Lê sedema rastîn ne ewlehî ye. Armanc îşkencekirina malbatên mexdûran e. Ji xwe kujeran qet naynin dadgehê. Gelo kurê min 12 salî çi kiribû ku hat kuştin? Êdî bese. Divê berpirsiyar bên cezakirin. Ji ber ku em kurdan edalet nayê bi cih anîn.   Dûre parêzer Edal Kûzû, parastin kir. Kûzû, xwest kujer bên cezakirin û wiha got: “Ji ber ku kujer nayin cezakirin, kuştinên nû çêdibin. Em hêvî dikin ku edalet bê bi cih anîn.” Kûzû, Doza Komkujiya Vartinisê ku 6 kes li Mûşê, hatin kuştin bi bîr xist û wiha bilêv kir: “Di vê dozê de binpêkirina mafan heye ku dadgehê biryar stend ku berpirsiyar bên cezakirin. Doza me jî dişibe Doza Vartînîsê. Em dixwazin ku berpirsiyar bên girtin û darizandin.”    Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê yê wê demê Hurşît Îmren ê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû jî, got tevlî mutalaya dozger dbe û daxwaza beraeta xwe kir.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê qebûl kir ku Kasim Aslan û Hikmet Kaya beşdarî dadgehê bibin. Dadgehê dûre danişîn taloqî 10’ê Çileya 2022’yan kir.