‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’ 2021-10-11 16:57:37   MÊRDÎN - Baroya Mêrdînê, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li gorî qawişên girtiyan nirxandin tên kirin û mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin.    Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê, têkildarî qedexeyên Walitiya Mêrdînê yên 15 rojan carekê ji bo çalakiyan tîne û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê diqewimin, li avahiya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Komîsyonê beşdarî daxuyaniyê bûn. Parêzer Veysel Vesek daxuyaniya çapemeniyê xwend. Vesek, diyar kir ku girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê têkildarî binpêkirinên mafan ên qewimin, bi nameya serî li baroyê dane û bi lêv kir ku li ser vê yekê wan bersiv ji Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê xwestine.    Vesek, binpêkirinên mafan ên girtîgehê wiha rêz kirin: “Girtiyên ku şertên qanûnî pêk tînin, nayên berdan, îdare li gorî qawişên girtiyan nirxandinê dike, bêyî ku tedawiya girtiyan bê kirin reçete tê nivîsîn, tedawiya girtiyan nayê kirin, malzemeyê paqijiyê û pirtûk, rojname û kovaran nadin girtiyan, faaliyetên sporê tên astengkirin, hevdîtinên telefonan tên sînorkirin.” Vesek, anî ziman ku bersiva ku ji wan re hatiye dayîn, îdia hatine derewandin.    SÛCÊ CIHEKARIYÊ   Vesek, destnîşan kir ku divê mafê jiyanê yê girtiyan were parastin û da zanîn ku nirxandina “rewşa baş” a li gorî qawişên girtiyan tê kirin, sûcê cihekariyê ye. Vesek, xwest ku girtîgeh dest ji vê helwesta xwe û pêkanînê keyfî berde û bang kir ku divê mafên girtiyan were parastin.   DOZ LI QEDEXEYAN HAT VEKIRIN   Vesek, bal kişand ku biryara Walîtiya Mêrdînê ya qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan her 15 rojan carekê li seranserê bajêr ji îstisnayekê veguheriye qedexeyek giştî û destnîşan kir ku tişta ku hatiye kirin yekser binpêkirina mafê organîzekirina xwepêşandan û meşan e. Vesek diyar kir ku wan li dijî biryara qedexeyê ya Walîtiyê doz vekiriye û xwest ku qedexeyên ev 3 sal in bênavber tên sepandin bi dawî bibin.