ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-12 09:00:18 * Hevserokê Odeya Endezyarên Înşeatê Mûrat Demîr, diyar kir ku li Amedê heqê kirêyan 3 qat zêde bûye û bang kir ku gel di vî warî de baldar be û dewlet jî kontrol bike.  * Şukru Aktekîn ku şêniyên bajêr jê re dibêjin "Qiralê Boyaxvanan," 18 sal in karê boyaxkirina pêlavan dike.    * Enes Ozalp ku di Girtîgeha Kocaelî ya Tîpa F'yê de ye, înfaza xwe temam kiriye, lê bi hinceta "dibe ku sûc bike" nayê berdan.    * Piştî êrîşa hewayî ya li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê, li bajarên herêmê sinyalên GPS'ê tim tên qutkirin. Ji ber vê endezyarên xerîteyê, ji bêgavî dema xwe ya xebatê li gor saeta rabûna balafiran eyar dikin.    * 50 roj in cenazeyê Saniye Toprak ku li Çiyayê Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest da, nedane malbatê.    * Hunermend Genim ji bo konsera ku dê bi boneya 30'yemîn salvegera NÇM'ê bê lidarxisin, bang kir: "Em bi hêvî û coşa ku ronahiya ewil a berbangê li mirovan peyda dike, em ji bo konserê gazî gelê xwe dikin."    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 218'emîn de berdewam bike.    * Rûniştina doza rojnamevan Hayrî Demîr ku bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" tê darizandin wê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.30)   * Rûniştina doza rojnamevan û endama Pena Kurd Roza Metîna wê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (11.30)   * HDP wê di çarçoveya "Hevdîtinên Budçeyê" de li navçeyên Kadikoy û Avcilarê yên Stenbolê serdana karker û esnafan bike. (13.00-21.00)   * Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê wê li Parka Şaredariya ya Erxeniya Amedê balê bikişîne ser kuştina jinan. (15.00)    * Platforma Jinan a Rihayê wê li ber Kargeha Ahmet Bahçivan a Rihayê têkildarî kuştina Hasret Tutal û kuştina jinan daxuyanî bide çapemeniyê. (15.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Dersimê wê li avahiya xwe bi nûnerên rêxistinên sivîl re bicive. (16.00)   * Şaxên OHD û ÎHD'ê yên Rihayê wê rapora derbarê îşkenceya li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Jimara 2'yan li girtiyan hatiye kirin ku amade kirine wê bi civînek çapemeniyê parve bikin. (17.00)