Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin 2021-10-12 09:05:02 STENBOL - Enes Ozalp ku di Girtîgeha Kocaelî ya Tîpa F'yê de ye, înfaza xwe temam kiriye, lê bi hinceta "dibe ku sûc bike" nayê berdan.  Enes Ozalp ku di Girtîgeha Kocaelî ya Jimare 2'yan a Tîpa F'yê de tê ragirtin, bi hinceta "dibe ku sûc bike" nayê berdan. Ozalp, di 2014'an de di çalakiyên protestokirina êrişên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de hatiye girtin. Ozalp, zêdetirî 3 salan di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa T'yê de maye û paşê hatiye berdan. Lê di danişîna Adara 2018'an a doza wî de 4 sal û 2 meh ceza lê hat birîn.    Enes, di Cotmeha 2018'an de gava ji Ûkraynayê, ji zanîngehê, hat welêt, bi hinceta derbarê wî de ceza heye careke din hat girtin. Diviyabû Ozalp di 14'ê Tebaxê de bihata berdan. Lê belê Desteya Çavdêriyê ya Îdareya Girtîgehê bi hinceta "dibe ku sûc bike" înfaza wî şewitand û wî berneda.    BIRYAREKE KÊFÎ   Xwişk Tûgba Ozalp ku di heman demê de wasiyê Ozalp e, bertek nîşanî vê biryarê da. Ozalp, diyar kir ku derbarê birayê wê de tu cezayekî dîsîplînê jî tune ye û got: "Bi hinceteke wisa tewşomewşê berdana wî asteng dikin. Jixwe di dema pandemiyê de di tecrîdê de bûn. Ne hevdîtinên malbatan ne jî yê parêzeran çênedibûn. Min jê re pirtûkên wî yên zanîngehê şandin. Di Girtîgehê de Beşa Rojnamevaniyê ya Zanîngeha Mêrsînê qezenc kir. Em heyr mane. Ev biryareke kêfî ye û bêwijdanî ye."    Ozalp, destnîşan kir ku bi vî awayî tenê ne girtî, malbat jî tên cezakirin û bang kir ku li dijî van "pêkanînên kêfî" xwedî li girtiyan bê derketin.