Li Amedê 6 kes hatin girtin 2021-10-12 09:56:12   AMED - Ji 12 kesên ku li Amedê bi îdiaya ku “ji PKK'ê re qasidî kirine" hatibûn binçavkirin, 6 kes jê hatin girtin.    Polîsan di 1’ê Cotmehê de navenda wê Amed li 5 bajaran bi îdiaya ku “Ji PKK’ê re qasidî kirine” bi ser malan de girtibûn û li Amedê 12 kes binçavkiribûn. Kirariyên miduriyeta polîsan ên 12 kesên hatibûn binçavkirin, temam bûn. 12 kesên ku bi biryara dadgehê 3 caran dema binçavkirina wan hatibû dirêjkirin, duh sewqî edliyeyê hatin kirin.    Dozgeriyê Çekdar Karagoz, Şeyhmûs Ayaz, Mehmet Mehdî Bîçîmlî, Alî Yildiz, Mehmet Yildirim bi daxwaza şertê kontrola edlî, Firat Bileşîkçî, Hasan Bakir, Alî Osman Nadîroglû, Ozan Oral, Nîzamettîn Îpek, Mûstafa Yaprak û Mehmet Arîf Bûdak jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Silhê ya Nobedar kirin. Dadgehê Hasan Bakir, Alî Osman Nadîroglû, Ozan Oral, Nîzamettîn Îpek, Mûstafa Yaprak û Mehmet Arîf Bûdak bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” girtin û şandin girtîgehê. Dadgehê kesên din jî bi şertê kontrola edlî berdan.    Li gor agahiyên ku hatin wergirtin, derbarê dosyeya lêpirsînê ya ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat kirin de di sala 2017’an de li bejahiya navçeya Artûklûya Mêrdînê “malzemeyên jiyanî yên rêxistinê” û “belge” hatin girtin. Bi hêceta ku navên 12 kesan di van belgeyan de hene, sê sal şûnde, di sala 2020’an de li gorî xala 135’an a CMK’yê biryara guhdarîkirinê hate girtin û piştî guhdarkirinan di 1’ê Cotmehê de polîsan bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.