Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne 2021-10-12 14:38:10   STENBOL - Rêxistinên hiqûq û maf, bersiva Tirkiyê ku parastina “binpêkirin nîne” ji bo Îmraliyê dabû Konseya Wezîran a Konseya Ewropayê dan û diyar kirin ku îdiayên Tirkiyê xapîner in, tecrîd didome.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînê ya Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 26'ê Tîrmehê de ji bo "cezayê muebetê yê girankirî" yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. Di serlêdana van rêxistinên hiqûqê de biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê hepsa heta hetayê de hatin destnîşankirin û hat xwestin ku ev rewş bi lezgînî hildin rojeva xwe.    Tirkiyeyê di 7'ê îlonê de de bersiv da serlêdana Saziyên Civakî yên Sivîl û Tirkiyeyê îdîa kir ku ji sala 2009'an û vir ve li Îmraliyê binpêkirin çênebûye. Li aliyê din, Tirkiye dîtin û pêşniyarên di serlêdanê de yên li ser "mafê hêviyê" û "guherandina qanûna cezayê muebetê yê giran", ku îhtîmala serbest berdana Ocalan û girtiyên din derxist pêş, paşguh kir. Balkêş bû ku Tirkiye tenê rapora ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşneceyê ya Ewropayê (CPT) di salên berê de li ser şert û mercên fîzîkî yên İmraliyê amade kiribû, girtiye dest.   BERSIVA ÎDIAYÊN TIRKIYÊ DAN   Rêxistinên sivîl ên serlêdanê kirine bersiva îdiayên Tirkiyeyê dan. Di bersiva ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatiye şandin de wiha hatiye gotin: "Hikûmetê di derbarê mijarên ku di danezana STK’iyan de di bersiva wan de hatine vegotin de bersivek berbiçav nedaye. Bi awayek xapîner diyar kiriye ku di warê cezayê muebeta girankirî û muebetê yê di pergala hiqûqa Tirkiyê de berdana bi şert daxilî berdanê ye û îdia kiriye ku şertên Girtîgeha Îmraliyê xala 3’yemîn binpêkirinê pêk nayîne.”    CEZAYÊ MUEBETÊ    Rêxistinan diyar kirin ku di nav de Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan ku hene bi sedan kes di bin "rejîmek darvekirinê" de ne ku heya ku ew bimirin, bêyî ku derfeta serbestberdana wan a qanûnî an jî bi şert hebe dê di girtîgehê de bimînin. Rêxistinan bal kişandin ser wê yekê ku Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan dê heta mirinê ji ber cezayên giran ên heta hetayê di girtîgehê de bin û sîstema darazê ya Tirkiyê di vê rewşê de mafê berdana bi şert ji girtiyan re nas nake.    TECRÎD DIDOME    Rêxistinan bal kişand ser şertên li Îmraliyê û rapora CPT’iyê û wiha gotin: “Di rapora CPT’iyê ya dia dara 2014’an de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku ‘Guherandina rejîma girtinê ya ji bo girtiyên bi cezayê muebetê yê girankirî’ were sererastkirin. Xala 3’yemîn a Peymanê binpê dike. Li ber vê biryardariyê, divê şert û mercên tecrîdê û izolasyona sosyal ya ku Dadgehê di biryarê de destnîşan kiriye ji holê rabe û biguhere da ku meriv bikaribe behs bike ku ev alî biryar ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatiye cîbicîkirin. "   DIVÊ ŞERT WERIN BAŞKIRIN    Rêxistinan di bersiva xwe de destnîşan kir ku bersiva Tirkiyê xapîner e, tecrîd bi awayek girankirî berdewam dike û banga başkirina şert û mercên girtiyan hat kirin û taybetî banga başkirina şert û mercên Ocalan hat kirin.