Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin 2021-10-12 14:38:42   ENQERE - Di danişîna rojnameger Hayrî Demîr de daxwaza wî ya ji bo "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin.    Derbarê rojnameger Hayrî Demîr de ji ber xebatên wî yên rojnamegeriyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û propagandaya rêxistinê" doz hatibû vekirin. 9'emîn danişîna doza Demîr li 15'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê hat dîtin. Demîr tevlî danişînê bû li parêzera wî Nûray Ozdogan hincet nîşan da û tevlî danişînê nebû. Di danişînê de Demîr mafê axaftinê girt, parastina xwe kir û daxwaz kir ku qedexeya wî ya derketina derve bê rakirin. Heyeta dadgehê, wêne û nûçeyên ku Demîr bi dest radestî wê kir qebûl nekir û biryar da ku bi nivîsa li ser bi daxwaznameyê pêşkêşî dadgehê bê kirin û daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat a Demîr jî red kir.