Rojnameger Takva beraet kir 2021-10-12 15:51:23   WAN - Rojnameger Rûşen Takva di doza ku ji "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de beraet kir.    Rojnameger Rûşen Takva, bi hinceta ku meşeke li Wanê hatibû lidarxistin şopandibû, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Takva li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Takva û parêzerên xwe Bûrcû Şeber û Mahmût Kaçan tevlî danişînê bûn. Dozger mutalaaya xwe xwend û diyar kir ku Takva bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê li meşê bûye û ji ber ku ji bo sûcdariyan delîlên têrker çênebûne daxwaza beraeta Takva kir. Heyeta, dadgehê mutalaayê li ber çav girt û derbarê Takva de biryara beraetê da.