Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû 2021-10-12 15:51:44   ÎZMÎR - Rûniştina ewil a doza kujerê Denîz Poyraz, Onur Gencer diyar bû û rûniştin wê di 29’ê kanûnê were lidarxistin.    Kujer Onun Gencer di 17’ê Hezîranê de bi ser avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Îzmîrê de girtibû û di êrişa çekdarî de endama HDP’ê Denîz Poyraz kuştibû. Dîroka rûniştina ewil a doza kujer Gencer diyar bû. Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê hatibû amadekirin, ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakli ve hat qebûlkirin.    Derbarê kujer Gencer de ji sûcê “kuştin însan a bi plankirî” cezayê heta hetayê yê girankirî û ji sûcên “destnedayîna kargehê binpê kiriye” û “zirarê daye avahiya partiya siyasî” heta 7 salan jê re cezayê hefsê tê xwestin. Rûniştina ewil a doza kujer Onur Gencer wê di 29’ê kanûnê de li Dadgeha Bayrakliyê were lidarxistin.