CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir 2021-10-12 16:29:47 RIHA - 7 parlementerên CHP’ê, serdana malbata Şenyaşar ku 218 roj in li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire, kirin. Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 218’emîn de didome. Parlementerên Partiya Gel a Komarê (CHP) Kadîm Dûrmaz, Bayram Yilmazkaya, Ayhan Barût, Mehmet Guzelmansûr, Abdurrahman Tûtdere, Mursel Alban serdana malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobetê didomînin kirin. Malbatê şande bi dowizên “em tenê edaletê dixwazin” pêşwazî kir.    Şandeyê têkildarî astengiyên ku malbat pê re rûbirû dimîne agahî girtin. Parlementeran peyama ku li cem malbatê ne da û diyarkirin ku wê ji aliyê hiqûqî jî piştevaniya malbatê bikin. Şandeyê piştî demekê bi malbatê re sohbet kir, ji qadê veqetiya.