Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin 2021-10-13 09:00:38 ŞIRNEX - Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Şirnexê Serhat Kuçuk, diyar kir ku tevî teşhîskirinê jî cenazeyan nadin malbatên wan û got: "Testa DNA’yê bi encam dibe jî agahî nadin malbatan. Pişt re bêyî ku cenaze werin şûştin û wecîbeyên olî pêk werin li goristana bekêsan tên veşartin.”  Di salên dawî de li Herêma Botanê endamên HPG’ê ku di şerên dem û cihên cuda de diqewimin de û jiyana xwe ji dest didin lê tevî hemû hewldan û serlêdanên malbatan jî radestî wan nayên kirin. Cenazeyên ku bi hefteyan û mehan di nexweşxaneyê de tên sekinandin bêyî ku malbatên wan agahdar bikin, di goristana bajêr ya taxa Bahçelîevler ya bêkesan de tên veşartin. Cenazeyên ku di goristana bêkesan de tên veşartin jî bi  komî tên definkirin. Hevserokê Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Şirnexê Serhat Kuçuk, têkîldarî pêkanînên li ser cenazeyan û zehmetiyên ku malbat dikişînin de axivî.    'CENAZEYÊN KU TÊN TEŞHÎSKIRIN NADIN'    Serhad Kuçuk, diyar kir ku dewlet ji bo ku ji malbatan re zehmetiyê derbixinin serî li her pêkanînan dide û wiha axivî: "Ji roja em hatine ser peywîrê ve em bi gelek zehmetiyan re rûbirû mane. Gelek malbat ji bo ku cenazeyên zarokên xwe bistînin, ji metrepolên Tirkiyeyê û bajarên Kurdistanê tên Şirnexê. Malbatên ku li ser medyaya tirkî û medyaya civakî dibînin ku zarokên wan di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest dane, berê xwe didin Şirnexê. Malbatên ku tên Şirnexê cenazeyên zarokên xwe nas dikin û teşhîs dikin. Lê belê cenazeyan nadin û dibêjin divê ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê bidin. Testa DNA’yê herî zêde di 10-15 rojan de bi encam dibe. Lê bi 6-7 mehan aşkere nabe û malbatan didin sekinandin. Dema ku testa DNA’yê bi encam dibe jî agahî nadin malbatan. Pişt re cenaze bêyî ku werin şuştin û wecîbeyên olî pêk bînin li goristana bekêsan vedişerin."    'ÎŞKENCE LI CENAZEYAN DIKIN'    Kuçuk, anî ziman ku malbat cenazeyên zarokên xwe teşhîs dikin le belê dewlet bi rêbazên cuda cenazeyên zarokên wan radestî wan nakin û wiha got: “Malbatên ku cenazeyên zarokên xwe wernagirin, xew nakeve çavên wan û nerehetin. Di vê pêvajoya cenaze girtinê de malbat gelek êş dikişînin. Em ji malbatan re dibin alîkar. Piştî ku li ser xwîn dayinê meh derbas dibin cenazeyan didin malbatan. Lê vê carê jî malbatên ku tên cenazeyên zarokên xwe werbigirin, heta seatên dereng ên şevê tên sekinandin. Ji van malbatan re dibêjin ku bila ji bilî dayik, bav û çend kesan kesek tevlî merasîma cenaze nebe. Piştî ku dikujin jî îşkenceyê li cenazeyan dikin û nahêlin ku malbata cenazeyan li gorî daxwaza xwe defin bikin."    'MALBAT LI KU BIN, BILA LI WIR SERLÊDANÊ BIKIN'    Kuçuk, destnîşan kir ku ne hewce ye malbat ji bo testa DNA'yê werin Şirnexê û malbat dikarin li bajarên ku lê dimînin jî serî li nexweşxaneyan û dozgeriyê bidin û wiha axivî: “Dozgerî dibêje ku navnîşana malbatan li ku derê be bila li wir serlêdanê bikin û xwîn bidin. Lê mixabin bûyer li kîjan herêmê diqewime malbatên me tên wê derê serlêdan dikin. Ev jî malbatan diwestîne û bêzar dike. Me ev tişt bi dehan caran bi saziyên xwe re jî parve kiriye. Lê mixabin malbatên me ji riyên herî dûr ji bo xwîn dayînê tên Şirnexê. Dozgeriyê bi xwe jî çend caran ji me re gotiye, bajarên ku malbat lê dimînin dikarin serlêdan bikin. Derfetên malbatan tune ye ku ji riyên dûr bên vê derê. Ji ber wê em naxwazin ku malbatên me ji riya dûr bên vê derê û zehmiyetan bikişînin. Malbatan bêzar dikin. Dema ku mirov kesek kuşt, mirov ji xwediyê cenaze re dibêje were cenazeyê xwe bibe. Lê cenaze nadin û bi vî şiklî îşkenceyê li malbatên me dikin. Çend roj beriya niha 8 malbatên ku salek beriya niha xwîn dabûn û cenazeyên zarokên xwe wernegirtibûn hatin Şirnexê. Ji van malbatan sê malbatên me cenazeyên zarokên xwe wergirtin. Lê ew malbatên din hê jî li benda cenazeyên zarokên xwe ne. Kêfa wan kengî bixwazê wê demê agahiyê didin malbatan. Daxwaziya me ji rayedaran ew e ku vê zilmê li malbatên me nekin."