Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin 2021-10-13 09:00:48 STENBOL - Alî Osman Kose yê 38 sal in girtiye û pençeşêr lê peyda bûye, nayê derman kirin. Malbatê xwest, kose bê berdan.  Girtiyê nexweş Alî Osman Kose ku 38 sal in girtiye, her diçe tenduristiya wî xirab dibe. Kose, di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye û nexweşîna pençeşêra gurçikan, hîpertansîyon, qelb, guh û gelek nexweşînên din lê peyda bûne    Biraziyê wî û wasiyê wî Mahîr Kose ku got "Dibe ku ji nişka ve xebera mirina wî bê, em bifikar in"3, bang kir ku tevdîr bên girtin.    NAYÊ DERMANKIRIN   Kose, ragihand ku apê wî nayê dermankirin û ji bo vê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), parêzer û malbatê gelek caran serlêdan kirine, lê tiştek bi dest wan neketiye. Kose, bilêv kir ku gava roja hevdîtina bi telefonê tê û apê wî dereng dimîne, tirsek mezin xwe li wan digire û got: "Em dibêjin qey miriye. Em diêşin. Mesele tenê ne apê min e, di girtîgehan de gelek kesên wekî apê min hene. Divê girtiyên nexweş hemû bên berdan. Mirov li girtîgehan dimirin. Lê rayedar vê qîrînê nabihîsin."    ‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIMEŞE'   Kose, diyar kir ku apê wî di hevdîtina bi telefonê ya dawî de gotiye: Ji min re got, 'nikarim bi tena serê xwe bimeşim. Gava kesek aliyê min bike, dikarim bimeşim.' Ji ber nexweş e, nikaribû pir biaxive."    Hasan Basrî jî ku ew û Alî Osman Kose 5 mehan di heman qawîşê de mane, bal kişand ser tenduristiya Kose û ev tişt gotin: "Gava em li cem hev bûn, ew hê nû ji greva birçîbûnêd erketibû. Lewmaa tenduristiya wî nebaş bû. Gelek nexweşîn lê peyda bûne, lê hê jî di girtîgehê de ye. Gava em di heman qawîşê de bûn, nikaribû rabe ser xwe. Bi tena serê xwe nikaribû tiştekî jî bike. Li wir, hevalekî me pê re eleqedar dibû. Di rapora wî de hatiye gotin 'bi tena serê xwe nikare 5 metreyan jî bimeş', lê dîsa jî hatiye gotin 'dikare di girtîgehê de bimîne.'"    TEDAWIYA JI BO PENÇEŞÊRÊ 3 MEHAN HAT TALOQKIRIN   Basrî, da zanîn ku tedawiya Kose ya ji bo pençeşêrê 3 mehan hatiye taloqkirin û carekê gava ji bo tedawiyê çûyye nexweşxaneyê, wî bi nivînê kelmeçe kirine. Basrî got: "Ji vî kesî re bibêjin 'hadê biçe' jî nikare rabe ser xwe û bi tu derê de biçe. MIn ev bi çavê xwe dît, ji lew re wê çaxê li nexweşxaneyê bûm. Wê çaxê min pir bertek nîşan da, lê rabûn ez derxistim derve. Bi destê îqtidarê li hemberî girtiyên nexweş polîtîkayeke bêehlaq û hov tê meşandin."    Basrî, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku ji bo êdî girtiyek nexweş jî jiyana xwe ji dest nede, divê bên berdan.    Basrî ji bo girtiyên nexweş bang li raya giştî kir ku deng xwe bilind bike.