Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya 2021-10-13 09:39:14 MÊRDÎN - Li Deşta Mezopotamyayê ango beriya Mêrdînê piştî heyamek dirêj a hişkesaliyê bi mehan şûn ve baran barî.   Demsalên zivistan û biharê yên li bakurê Kurdistanê bi hişkesaliyê derbas bûn. Piştî demsalek dirêj li Deşta Mezopotamyayê ango li beriya Mêrdînê baran barî. Şiliyê an baranê bi guregura ewran û mijê bi ser deştê de girt dest pê kir. Nêzî 20 deqîqeyan baran barî. Ji ber baranê li ser rêyên li navenda Mêrdînê jî golikên avê çêbûn.    Bi barîna baranê re 2-3 pileya germê jî daket. Tê payîn ku li Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Şirnexê barîna baranê dê berdewam bike.