Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin 2021-10-13 11:41:19   ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “Dê cînayetên siyasî bên kirin” lêpirsîn da destpêkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, têkildarî daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan û Parlementerê Enqereyê yê Partiya ÎYÎ Koray Aydin ên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” lêpirsîn da destpêkirin.    Kiliçdaroglû, li Mêrsînê di axaftina xwe ya 6’ê Cotmehê de gotibû ku fikarên wî yên ku “cînayetên siyasî” bên kirin hene. Pişt re Babacan gotibû, Kiliçdaroglû ji ber fikarên xwe mafdar e. Herî dawî Aydin jî gotibû bihîstine ku wê cînayetên siyasî pêk werin.