Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest 2021-10-13 13:46:50 RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 219’emîn a Nobeta Edaletê de, got; “Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kirin li derve de ne, Ayşe Ozdogan a nexweşa penceşêrê, di girtîgehê de ye.”   Çalakiya malbata Şenyaşar a Nobeta Edaletê di roja 219’emîn de, li ber Edliya Rihayê dewam dike. Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê 3 salin di hucreya yek kesî de dimîn re, hevdîtina telefonê ya heftane kirin. Ji ber ku pankarta malbatê di roja 200'î ya çalakiyê de hat desteserkirin, malbat nobeta xwe bê pankart didomîne.   Ferît Şenyaşar, di çalakiyê de axivî û got: “Ev 219 rojin em çalakiya xwe Nobeta Edaletê bênavber dewam dikin. Nobeta min û dayika min dibin zilmê de, didome. Hemî wezîr, nemaze wezîrê dadê û wezîrê tenduristiyê, tiştên me jiyan dizanin. Her kes dizane ku xizmên wekîlê desthilatdariyê Îbrahîm Halîl Yildiz, li nexweşxaneya dewletê komkujî kirin. Rayedar bi xwe jî vê yekê tînin ziman. Ligel ku her kes her tiştî dizane jî, Yildiz ji aliyê rayedarên paye bilind ve tê parastin. Dozger û dadger ji vê yekê, erka xwe nakin. Her kes ji me re dibêje 'em dizanin komkujî hat kirin’ û ew li bendê ne ku wekîltiya wî bikeve.”   BI HEZARAN GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE   Şenyaşar, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê, gelek kesên mîna wan rastî bêedaletiyê hatine, hene û wiha got: “Di girtîgehan de, bi hezaran girtiyên nexweş hene. Ayşe Ozdogan yek ji van girtiyane. Li şûna ku li nexweşxanê bê dermankirin, niha di girtîgehê de ye. Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qetlîam kirin li derve de ne, lê Ozdogan a nexweşa penceşêrê di girtîgehê de ye. Divê, hin ji vê zilmê re bêjin êdî bese. Bi hişmendiya marê dest min nede, bila hezar salî bijî, ev pêvajo wê dewam bike. Hemû kesên xwedî wijdan, divê bêjin êdî bese.”      Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî, wêneyê nexweşa giran Ayşe Ozdogan a li Girtîgeha Tîpa L a Doşemealti ya Antalyayê dimîne parve kir û ev peyam da: “Daraz riziya, sekna bi sinc û nirxên bi exlaq tune kirin. Li Qesra Edaletê ya Rihayê, hîna jî serdest tên parastin. Kesên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî kirin li derve de ne, Ayşe Ozdogan a nexweşa penceşêrê, di girtîgehê de ye.”