Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir 2021-10-13 17:06:02   ÊLIH - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku wan Nûnertiya Êlihê ya Platformê vekirine û ew ê li Semsûr, Şirnex, Wan û Rihayê jî nûnertiyan vekin.   Platforma Zimanê Kurdî (PZK) li Şaxa Genel Îşê ya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyat Ceylan û Gulşen Ozer, Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kulpu, Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê qeyûm danîn şûna wî, rêveberên PZK, rêveberên HDP’a Êlihê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn.    WÊ NÛNERTIYÊN NÛ WERIN VEKIRIN    Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî diyar kir ku ew li Êlihê nûnertiya xwe vedikin û wiha got: "Pêvajoya avakirina Platformê hat nirxandin. Cara ewil e ku 9 partî hatin cem hev û ketin nav avabûna vê platformê. Xebata platforma ku 3 sal berê li Amedê hat avakirin dewam dike. Piştî Mêrdînê, em li Êlihê jî nûnertiya xwe vedikin. Em ê vekirina nûnertiyan bidomînin. Di dorê de Semsûr, Şirnex, Wan û Riha jî hene. Em ê li van bajaran jî nûnertiyan vekin.”    ‘DIVÊ PARLAMENTO GAVÊN PRATÎK BIAVÊJE’    Cizîrî anî ziman ku heger şert û merc pêk bên, ew ê li metropolan jî nûnertiyan vekin û ev yek di rojeva wan de heye û di vî warî de dixebitin. Cizîrî destnîşan kir ku pêwîste Parlamento zimanê kurdî bike rojeva xwe û ji bo fermîbûn û perwerdehiya zimanê kurdî êdî gavên şênber werin avêtin.    Cizîrî diyar kir ku armanca wan ew e ku zimanê kurdî bi tevlîbûna partî û dezgehên siyasî li hemû qadên jiyanê bê meşandin û dê ji bo vê yekê xebatên xwe bidomînin.