Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin 2021-10-14 09:08:54 AMED - Weqfa Mojust ku navenda wê li Swîsreyê ye û OHD, derbarê êrişên li ser goristanan û cenazeyan raporek amade kirin. Dê rapor berpêşî Raportora Taybet a Tirkîyeyê a NY'ê bê kirin. Di raporê tê xwestin ku Tirkiye lêborîna xwe ji malbatan bixwaze.  Çavdêrxaneya Edaletê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî (Mezopotamia Observatory of Justice-MOJUST) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD) têkildarî êrişên li ser goristanên kurdan û cenazeyên wan ên di navbera 2015-2020'î de hatine kirin, raporek 142 rûpelî amade kirin.    POLÎTÎKAYÊN SÎSTEMATÎK ÊN LI HEMBERÎ KURDAN   Rapor ji du beşan pêk tê û bi îngilîzî hatiye amadekirin. Di beşa ewil a raporê de polîtîkayên çewisandinê yên berbelav û sîstematîk ên Tirkiyeyê yên li hemberî kurdan hatine destnîşankirin.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji salên ewil ên komarê heya niha li hemberî kurdan rêbazên otorîter ên sîstematîk hatine bikaranîn û armanca vê bişavtina kurdan û qirkirina neteweya kurdî ye.    Ji xeynî vê di raporê de li ser polîtîkayên tehcîrê jî hatiye sekinandin û hatiye destnîşankirin ku li hemberî polîtîkayên rûxandinê yên dewletê di sala 1984'an de têkoşîna gerîlayyan dest pê kiriye. Di raporê de hatiye gotin ku ji sala 1987'an heya 2002'yan li herêmên kurdan Rewşa Awarte hebûye û di vê demê de li hemberî kurdan sûcine pir giran hatine kirin. Di raporê de hatiye nîşandan ku li gor rapora Rewşa Awarte ya derbarê 13 bajarên herêmê de, bi taybetî di navbera 1990-95'an de 3 hezar û 415 kurd bi darê zorê hatine tehliyekirin, nêzî 4 milyon kurd hatine koçberkirin, ji aliyê hêzên dewletê ve 2 hezar û 680 sivîl hatine kuştin, ji ber mayînan 363 kes mirine, 181 girtî bi îşkenceyê hatine kuştin, hêzên dewletê dest dirêjî 116 jinên kurd kirine, hezar û 620 kes bi awayekî kiryar nediyar hatine kuştin, 911 kes hatine înfazkirin, 4 hezar û 462 kes hatine îşkencekirin û bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.    MESELEYA KURDÎ WEKÎ 'ÇEKEKE SIYASÎ' HAT BIKARANÎN   Di raporê de hatiye esehkirin ku sûcên ku dewleta tirk bi taybetî di navbera 1990-1995'an de kirine, bi tu awayî ne cihê şik û gumanan e û niha jî AKP ji bo destkeftiyên mezin meseleya kurdî wekî çekeke siyasî bi kar tîne.    Di raporê de hatiye bibîrxistin ku gava AKP bû îqtidar ji bo monopoliya Kemalîst bişikîne û Yekîtiya Ewropayê piştgiriya wê bike, hin gavine demokratîk  avêtine û bi awayekî qismî destûra bikaranîna kurdî daye û rejîma Erdogan hevdîtinên aştiyê yên di sala 2009'an de bi rayedarên PKK'ê re kiriye jî bi heman taktîkê kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di vê heyamê de bi rêbazine çewsîner ên modêrn li hemberî kurdan polîtîkayên zext û zoriyê û qirkirine ketine dewrê û ev yek bûye rêgeza sereke ya rêvebirinê. Her wiha di vê çaçroveyê de, 'Plana Rûxandinê' ya di Îlona 2014'an de biryara wê hat dayîn jî hatiye destnîşankirin û hatiye gotin ku îqtidara AKP'ê çi li hundir çi jî li derve li ser qirkirina kurdan hûr bûye.    Di raporê de behsa çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê û kesên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û hatine binçavkirin, jî hatiye kirin.     Di raporê de ev tişt hatine gotin: "Rejîma Erdogan, wekî salên 1990'an, li herêma kurdan, înfazên bêdaraz wekî rêbazeke cezakirin û tepisandinê esas girtin. Ji bo nimûne, di navbera 27'ê Kanûn û 17'ê Çileyê de hêzên dewletê li Cizîrê 8 sivîl kuştin. Her wiha li herêma kurdan girtina aktivîstên kurd ji Sibata 2015'a ve bi awayekî sîstematîk zêde bû. Ev stratejiya tunekirinê, çendî PKK ji Gulana 2014'an heya Nîsana 2015'an li gor agirbestê tevgeriya jî, bi 226 êrişên li hemberî hêzên PKK'ê pêk hat. Ji xeynî vê paralelî van rêbazên tepisandinê, AKP'ê hevdîtinên aştiyê yên bi PKK'ê re domandin. Cîgirê Serokweîzr û Heyeta Îmraliyê ya ji parlementerên HDP'ê pêk dihat, ji bo meseleya kurdî bi awayekî aştiyane bê çareserkirin di 28'ê Sibata 2015'an de 'Mutabaqata Dolmabahçeyê' îmze kirin. AKP'a ku dîskursa 'siyaseta gel' û 'aştiyê' ya HDP'ê wekî gefekê hesiband, pêvajoya çareseriyê ji bo jiholêrakirina HDP'ê wekî çekekê bi kar anî û armanc dikir ku hemû awayên siyaseta kurd ji holê rabike. Di navbera 23'yê Adar û 3'yê Hezîrana 2015'an de êrişên çekdarî û bombeyî yên li hemberî HDP'ê jî di nav de 168 êriş pêk hatin. Di van êrişan de 5 kes mirin û 522 kes jî birîndar bûn."   Di raporê de hatiye bilêvkirin ku piştî HDP'ê di hilbijartina Hezîrana 2015'an de ji sedî 13'yyê rayan girt û serketine mezin bi dest xist, ji Tebaxa 2015'an ve li 10 bajar, 39 bajarok û 63 navçeyan wekî normeke rêvebirên rojê 24 saetan qedexeyên derketina derve hatin pêkanînan û di vê pêvajoya 9 mehî de hêzên dewletê ji sûcên di salên 1990'an de hatin kirin dijwartir sûc kirine.    CEZAKIRINEKE GIŞTÎ LI HEMBERÎ KURDAN!   Di berdewama raporê de ev tişt hatin gotin: "Hêzên dewletê, cardin herêma kurdan veguherandin qada şer û zêdetirî milyon û nîv kurdên sivîl bi awayekî otomatîk wekî 'sempatîzanên PKK' demxe kirin û bi awayekî giştî ew ceza kirin. Li cihên ku qedexeyên derketina derve hatin ragihandin, li hemberî kurdên piştgiriya HDP'ê dikin êriş hatin kirin. Dewlet, cezakirina giştî ya li hemberî kurdan ku di salên 90'an de li herêmên bejahî yên kurdan dikir, vê carê heya nav bajar û navçeyên kurdan jî bir û êrişine nolî êrişên eskerî yên Îsraîlê ku li Filîstînê dike ji xwe re sêwirandine û bi vî awayî çavkanîyên debarê yên kurdan tune kirin."    Her wiha hatiye diyarkirin ku ev yyek ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên cuda ên herêmî û navneteweyî û Komîsertîya Bilind a Mafên Mirovan (OHCHR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî hatiye belgekirin.    Di beşa dudoyan a raporê ya bi sernavê "Şerê Tirkiyeyê yê li Hemberî Gorên Kurdan" de jî li ser êrişên li hemberî goran û cenazeyan hatiye sekinandin.    18 GORISTAN, HEZAR Û 644 GOR BI TEMAMÎ HATIN RÛXANDIN   Li gor tespîtên hatine kirin, di raporê de hatiye destnîşankirin ku di navbera 17'ê Îlona 2015'an heya 4'ê Nîsana 2020'î de polîs û eskeran 18 goristan xera kirine û ev tişt hatine destnîşankirina: "Herî kêm hezar û 644 gor bi temamî hatin xerakirin, 2 hezar û 926 goristan jî hatin texrîbkirin. Li bajarê Şirnexê 900 goristan ji binî de hatin xerakirin û hezar û 475 gor jî hatin texrîbkirin. Li Amedê 143 goristan ji binî de hatin xerakirin û 340 goristan jî hatin texrîbkirin. Li Êlihê 200 goristan ji binî de hatin xerakrin û 369 goristan jî hatin texrîbkirin. Li bajarê Dersimê 150 goristan ji binî de hatin xerakirin û 3 goristan hatin texrîbkirin. Li Wanê 41 goristan hatin xerakirin û 69 goristan jî hatin texrîbkirin. Li Sêrtê 200 goristan hatin texrîbkirin. Li Mêrdînê 232 horistan hatin texrîbkirin. Li Pirsûs a Rihayê 9 goristan ji binî de hatin xerakirin û 3 goristan hatin texrîîbkirin. Li Bedlîsê 267 goristan ji binî de hatin xerakirin. Li Colemêrgê 54 goristan ji binî de hatin xerakirin. Li Mûşê 27 goristan ji binî de hatiin xerakirin û 8 goristan hatin texrîbkirin. Li Çewligê 80 goristan hatin texrîbkirin. Li bajarê Agiriyê 'Goristana Şehîd Sûat Tekîn Kizilay' ji hewayê ve bi helîkopteran hat bombeberankirin û gelek goristan texrîb bûn û ev yek tişta hatiye kirin bi awayekî eşkere dide der. Li bajarê Mêrdînê rewşa 'Pakrewangeha Egît Sûrûc û Goristana Ayten Tekîn' û li navçeya Qaqizman a Qersê rewşa 'Goristana Çemçe'yê jî nayê zanîn. Wekî ku MEBYA-DER jî diyar kiriye, ji ber ku xebatên di vî warî de tên astengkirin û bi israr tên krîmînalîzekirin, hejmara goristanên hatine texrîbkirin ên di vê rapora lêkolînê de cih digirin, ancax teqabulî ji 4 payan payeke hejmara goristanên hatine texrîbkirin û rûxandin dike."   Di raporê de êrişên li hemberî goristanan hatine kirin roj bi roj bi wêneyan hatine dayîn û hatiye gotin ku parlementerên HDP'ê di navbera 2'yê Gulana 2019'an û 17'ê Hezîrana 2020'an de têkildarî êrişên sîstematîk ên li hemberî goristanên Tirkiyeyê 23 pêşniyazname berpêşî meclîsê kirine, lê belê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû pêşniyazname nebersivandine.   LÊBORÎN   Di raporê de îşaret bi mewzûatên qanûnî yên Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye îmzeya xwe daniye binî wan hatiye kirin û ji bo diyarkirina kiryarên êrişan hatiye xwestin ku demildest lêpirsîneke adil, bêalî û çalak bê kirin û Tirkîye ji malbatan lêborîna xwe bixwaze.    Dê rapora ku ji hêla her du saziyan ve hatiye amadekirin, di nêz de berpêşî Raportora Taybet a Tirkîyeyê ya NY'yê Mary Lawlorê bê kirin.    MA / Omer Çelîk