'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin' 2021-10-14 09:08:55 EDENE – Parêzer Tûgay Bek, diyar kir ku lêpirsîna cinayeta rojnamevan Kadrî Bagdû yê hat qetilkirin, wekî "bûyereka edlî" hatiye birêvebirin û zabitnemaye DAIŞ'iyekî ku beriya vê cinayetê axiviye û di axaftina xwe de Bagdû hedef nîşan daye, daxilî nav dosyeyê nehatiye kirin.  Di 14'ê Cotmeha 2014'an de belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû gava rojname belav dikirin bi êrişeke çekdarî hatibû qetilkirin. Çendî di cinayeta Bagdû de delîl eşekere ne jî, lê dîsa jî derbarê lêpirsînê de biryara "lêgerîna daîmî" hat dayîn.    Parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek, anî ziman ku endamê DAIŞ'ê Servet Koç li xwe mikur hatiye, lê belê dozgeriyê ji bo vê yekê tiştek nekiriye.    Bek, anî ziman ku piştî Bagdû hatiye kuştin, di çarçoveya cinayetên di çalakiyên Kobanê de ji hêla çeteyên cîhadparêz de hatin kirin, gilî kirine û delîlên vê cinayeta xwedî armancine siyasî yeko yeko eşkere kirine, lê dîsa jî lêpirsînek çak nehatiye kirin. Bek, destnîşan kir ku Dozgeriya Komarê ya Edeneyê lêpirsînê di ser buroya cinayetê re kiriye û gava li semtê bûyerek biqewime tavilê ji kamerayên mobeseyî tên dîtin, lê belê di cinayyeta Bagdû de lêkolîneke bi vî rengî nehatiye kirin. Bek, got: "Ne pêkan e gava kesê bi motosiklêt bê semtê û di mobeseyan de dîmenên wî tune bin. Lê midûriyeta polîsan ji dozgeriyê re gotiye bi tu awayî vî kesî tespît nekirine. Tiştekî wisa ne mimkun e û nayê qebûlkirin."    ‘LI XWE MIKUR HAT'   Bek, diyar kir ku beriya qetilkirina Bagdû du cinayetên din çêbûne û ev cinayet hemû pevgirêdayî hev in. Bek, destnîşan kir ku pir eşkere ye ku yên di 10' Cotmehê de Yûsûf Gulduren, di 12'ê Cotmehê de Ahmet Albay û di 14'ê Cotmehê de Bagdû kuştin heman hucreya DAIŞ'ê ne. Bek, bilêv kir ku hemû serlêdanên têkildarî cinayetê kirine, ji aliyê dozgeriyê ve esas nehatine kirin û endamê DAIŞ'ê Servet Koç ku Yûsûf Gulderen kuşt, li ser medyaya sanal li xwe mikur hatiye û vîdeo ji kurê Bagdû re şandiye, lê dîsa jî dosye daxilî nav ên kiryar nediyaran hatiye kirin. Bek got: "Gulduren, di mînubusekê de ji hêla DAIŞ'ên rûixumandî ve hat kuştin. Ên di vê mînubusê de yeko yeko diyar in bê ka kî ne, lê ji ber ku tenê navê Servet koç hatiye dayîn, dozgeriyê îfadeya kesên din negirtiye. Diyar e ku ev endamên DAIŞ'ê ne. Lê dozgeriya komarê evan tiştan wekî sûc qebûl nake. Di vê bûyerê de tenê sûc xistin stuyê kesekî. Ew jî reviya, çû Sûriyeyê."   ‘ZABITNAME DI DOSYEYA GULDUREN DE YE   Bek, ragihand ku polîsên ku wê demê cinayeta Gulduren vekolane, çûne qesabeke DAIŞ'iyan a nêzî cihê bûyerê û wiha domand: "Gava polîs diçin qesêb, DAIŞ'iyên xwediyên qesabê (beriya kuştina Bagdû bi çar rojan) dibêjin, 'Em ji ber van PKK'yiyan pir mexdûr in. Li Şakîrpaşayê dikanek me heye. Van PKK'yiyan ew talan kirin. Ê ku vê teşwîq dike jî rojnamevanê bi navê Kadrî Bagdû ye.' Wê demê polîs vê yekê daxilî nav zabitnameyê dikin. Lê tiştekî nakin û ev daxilî nav dosyeya Bagdû jî nekirin. Tenê di dosyeya derbarê cinayeta Gulduren de ye. A rast beriya cinayetê kesên dê cinayetê bikin, îfadenî wisa didin polîsan. Me gilî kir, lê dîsa jî derbarê van DAIŞ'iyan de tiştek nehat kirin."    ‘GOTIN PKK'YIYAN KIRIYE'   Bek, destnîşan kir ku di doza derbarê kuştina Ahmet Albay û birîndarkirina kurê wî Veysî de jî di zabitnameyan de hatiye nivîsandin ku PKK'yiyan kiriye û got: "Me got ev cinayet jî bi destê DAIŞ'iyan hatiye kirin, lê dîsa jî tiştek nehat kirin. Piştî cinayetê bi 6 rojan, polîs diçin cem esnaf û dixwazin dîmenên kamerayê wergirin. Gava polîs diçin cihê bûyerê, esnaf dibêjin 'Jixwe zarokên Ahmet Albay ev dîmen girtine.' Ev jî tê tomarkirin. Gava dîmen tên vekolandin, eşkere dibe ku yê ku Ahmet Albay kuştiye Mûrat Erciyes e. Piştî vê doz cardin guherî û derbarê Erciyes de doz hat vekirin û 17 sal û 6 meh ceza lê hat birîn."    ‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN'   Bek, destnîşan kir ku di dosyeya Bagdû de rêxistin, hucre û kesên sûcdar eşkere ne, lê Serdozgeriya Komarê û midûriyeta polîsan lêpirsînê wekî cinayeteka ji ber hisûmetekê çêbûbe bi rê ve birine. Bek, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Ne pêkan e bi vî awayî kiryar bên dîtin û lêpirsîn bi vî awayî bigihê encamekê. Hê di destpêkê de ji helwesta wan a ku xwestin vê dosyeyê wekî dosyeyeke hisûmetê nîşan bidin, pir eşkere bû ku dê vê dosyeyê daxilî nav ên kiryar nediyaran bikin. 7 sal derbas bûn û dosyeya Kadrî Bagdû hê jî dosyeyeke kiryar nediyar e. Pêvajoya darazî ya di vî warî de didome. Heger ji serlêdana me ya ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) jî tiştek derneyê, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin."    MA / Cemîl Ûgûr - Hamdûllah Yagiz Kesen