Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne 2021-10-14 09:10:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku hilbijartinên ku di 10'ê Cotmehê de li Iraqê çêbûn nirxandin, got: "Encamên hilbijartinê ne rewa ne û ev hilbijartin komployeke bû, li dijî civaka Êzidî." Li Iraqê, di 10’ê Cotmehê de, ji sedî 41'ê hilbijêran çûne ser sindoqan û dengê xwe dan. Piştî sala 2003’yan, yekemîn car hilbijartina pêşwxt hat lidarxistin. Li gorî salên berê, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê dawî pir kêm bû. Li gorî encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê PDK'ê 32 parlementer û YNK'ê jî 15 parlementer bi dest xistin. Her wiha li gorî encamên dawî rayên PDK'ê li gor ên sala 2018'an kêm bûne. PDK'ê di hilbijartina di 2018'an de 724 hezar û 727 deng wergirtibûn, lê di hilbijartina dawî de PDK'ê 420 hezar û 430 deng bi dest xistin. PDK'ê di vê hilbijartinê de 304 hezar û 297 deng wenda kirin.    Ji xeynî vê, roja hilbijartinê li Şengalê, dengdana Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi qasî saetekê dereng dest pê kir û li 21 navendan bi hinceta ku "amûrên dengdanê naxebitin" dengdayîn hat rawestandin. Di heman demê de li bajarên wekî Hewlêrê li ber avahiyên hilbijartinan hêzên Zêrevanî hatin bicihkirin. Lewma li herêmê hilbijêr di bin gef û zextên PDK'ê de çûn ser sindoqan.    Rojnamevan Îbrahîm Êzidî ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, derbarê encamên hilbijartinê û bûyerên di hilbijartinê de çêbûn de axivî.   'HEGER HÎLE NEKIRINA DÊ BI SER NEKETANA'   Rojnameger Îbrahîm Êzidî, diyar kir ku tiliya Amerîka û Tirkiyeyê jî di vê hilbijartina peşwext de heye û wiha axivî: "Ev hilbijartin di demekê guncav de pêk hat. Li Şengalê li gel destpêkirina xebatên hilbijartinê êrişên dewleta Tirk çêbûn. Tenê di pêvajoya hilbijartinê de civaka êzidî 10 şehîd dan. Ji bilî êrişên hewayî gefên dijmin ên li ser Şengalê jî dewam dikirin. Rexmî vê yekê bi saya hêzên parastina cewherî ku Şengalê diparêzin, pêvajo bi awayekî ewle bi rê ve çû. Di vir de xuya dibe ku li Şengalê pirsgerêkên ewlekariyê tune ne. Iraq, Amrîka û PDK’ê pêşengtiya hilbijartinê kirin. Balkêş e ku ev hilbijartin di salvegera yekemîn a peymana 9’ê Cotmehê de hat kirin. Û her ev hêz û alî bûn ku peymana 9'ê Cotmehê  îmzakirin. Loma ne pêkane bû ku ev hêz li Şengalê bê hîle bi ser bikevin."    'PDK BI DENGÊ ÊZIDIYAN BI SER NEKET'   Êzidî, bal kişand ser rêjeya tevlîbûna hilbijartinê û bilêv kir ku PDK bi hîleyan li Şengalê bi ser ket û axaftina xwe wiha dom kir: "Li Şengalê ji 83 hezar dengan tenê 13 hezar kesî dengê xwe bi kar anî. Her kes dizane ku cîhazên dengdanê li Şengalê dereng kar kirin û gelek hîle hatinkirin. Ev jî bû sedem ku dengên êzidiyan li Şengalê kêm bibin. PADÊ li Şengalê 2 hezar û 612 deng girtin. Lê belê ev deng û hilbijartin ji aliyê PADÊ ve hatin redkirin û nehat qebûlkirin. Di Şengalê de PDK’ê 3 namzetên xwe derxistin û bû partiya yekemîn. Lê PDK’ê bi dengê Êzidiyan  nbû yekemîn. Dibe ku ev deng ê êzidiyên ku ji dema fermana li ser Şengalê ve di wargehên PDK'ê de dil tên girtin be. Em nikarin bêjin ku ev kesên ku hilbijartin temsîliyeta gel dikin. Tişteke wisa tune ye û tu mafê wan jî nîne ku xwe weke temsîlên civaka êzidî bidin nîşandin. Tu rewabûna vê hilbijartinê tune ye. Ji ber ku ji sedî 41 tenê dengê xwe bi kar aniye. Ev hejmar jî nîşan dide ku hêviya gel a li hemberî Hikûmeta Iraqê nemaye."    'JI BO KU PADÊ BI SER NEKEVE SERÎ HER TIŞTEKÎ DAN'   Êzidî, da zanîn ku li herêmên ku êzidî lê diman, zext û gefên gelek cidî li ser êzidîyan hebûn û axaftina xwe wiha domand: "Tu ferqa vê hilbijartinê û 9’ê Cotmehê ji hev tune ye. Civaka êzidî xwedî baweriyeke mezin e û heya niha jî bi xwe bawer e. Lê êzidî ji hikûmetê bawer nakin. Ji ber ku ji Bexdayê heta navendên dengadayînê, kesên  ku bi karên hilbijartin re eleqedar dibûn, hemû jî dijberê civaka êzidî ne û tiliya wan di hemû planên li ser Şengalê de heye. Ji bo ku PADÊ bi ser nekeve serî li her tiştî dan. Eger PADÊ bi ser biketa wê peymana 9’ê Cotmehê ji holê bihata rakirin. PDK’ê bi zext û zordariyê bi ser ket. Ji xwe re zemîn çêkir ku di demê pêş de bêje 'Gelê Şengalê me dixwaze û em ê vegerin Şengalê.' Lê ev yek nayê qebûlkirin. Êzidiyên Şengalê li dijî PDK’ê ne. Êzidiyên ku di wargehan de dimînin jî PDK’ê naxwazin. Lê ji ber gef li wan tên xwarin ji bêgavî qebûl dikin.     Encamên hilbijartina di aliyê rêvebirinê de û bi taybet jî li ser rêveberiya Xweser a Şengalê wê tu bandorekê neke. Tenê bandora hilbijartinê wê ew be ku kesên ku li ser Şengalê plan dikirin wê carekî din zimanê xwe dirêj bikin. Lê êzidiyên ku ji dema fermanê heta niha li ber xwe didin, wê weke her carê ziman dirêjiyên wan qebûl nekin."    'EV HILBIJARTIN NE REWA YE'    Rojnameger Îbrahîm Êzidî, anî ziman ku wê civaka êzidî hebûna PDK'ê ya li Şengalê qebûl neke û di dawiya axaftina xwe de got: "PDK dixwaze ku derbasî Şengalê bibe û ji dewleta tirk re sîxûrtiyê bike. Ciwanên êzidî qetil bike û wan biavêje girtîgehan. Lê Êzidî wan li ser axa xwe ya pîroz qebûl nakin. Êzidî baş dizanin ku PDK kî ye û ji bo çi kar dike. PDK dixwaze xwe wekî kurd bide nîşandan. Lê gelê Şengalê dizane ew ji bo xîzmeta kurdîtiyê kar nakin. Gelê êzidî pêwîste xwe ji tekoşîn û berxwedaneke  mezin re amade bike. Encamên hilbijatinê ne rewa ne, û ev hilbijartin komployek bû li dijî civaka Êzidî."   MA / Zeynep Dûrgût