Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike 2021-10-14 10:21:23   ENQERE - Ji nû ve darizandina Doza JİTEM a Enqereyê ku derbarê cînayetên siyasî de hatibû vekirin, dê sibê dest pê bike. Balkêş bû ku Wezareta Dadê beriya destpêkirina dozê gelek caran agahî ji dadgehê xwestiye.    Li Tirkiyê carek din têkildarî cînayetên siyasî ku dibe pêk werin nîqaşan dest pê kir. Lîderên muxalefetê diyar dikin ku lîsteyên cînayetên siyasî hatine amadekirin. Li gel vê nîqaşê sibê dozek girîng a cînayetên siyasî yên salên 1990’î li Enqereyê tê lidarxistin. Doza JİTEMê ku derbarê kuştina Midurê Nifûsê yê Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin jî di nav de 19 kesan ku navbera salên 1993-1996’an de li Enqere û bajarên derdorê hatibûn kuştin, bi hinceta siyasî hat vekirin, dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dîsa were lidarxistin.    Dadgeha xwecihî derbarê berpirsên wan kuştinên siyasî de biryara beraetê dabû. Dadgeha Herêmî ya Enqereyê di 5’ê nîsanê de biryarê xera kir û xwest ew berpirs carek din werin darizandin. Bersûcên wek Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Agar, Serokê Daîreya Tîmên Taybet İbrahim Şahin, Korkut Eken, Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Ziya Bandirmalioglu, Ercan Ersoy, Ahmet Demîrel, Ayhan Ozkan, Seyfettin Lap, Enver Ulu, Ugur Şahin, Alper Tekdemîr, Yusuf Yuksel, Abbas Semih Sueri, Lokman Kulunk, Mahmut Yildirim, Nurettîn Guven, Muhsin Korman wê ji sûcê “Di çarçoveya sûcên çekdarî de kuştina mirovan” ji nû ve werin darizandin.    WEZARETÊ AGAHÎ XWESTINE    Piştî xerakirina biryarê beriya darizandin were destpêkirin, Wezareta Dadê ji 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê derbarê naveroka dosyeyê de agahî xwestine. Buroya Muhabere ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya Wezaretê di 7’ê cotmehê de nivîsek li ser wê daxwazê ji Wezaretê re şand.    WEZARET PÊYAMA ‘ÇAVÊ ME LI SER WE YE’ DIDE DARAZÊ    Yek ji parêzerên dozê Yusuf Alataş, diyar kir ku Wezareta Dadê ji destpêkê ve dosye şopandiye û got: "Çima Wezareta Dadê bi dozê re mijûl dibe? Çima ew her dem ji dadgehê re dinivîse? Jixwe dozgerek li dadgehê heye û ew di bin banê Wezareta Dadê de ye. Her dem derfet heye ku hûn dosyeyê binirxînin. Lê wezaret ji dadgehê re dinivîse, vê peyamê dide wan, 'Çavê me li ser we ye, li xwe miqate bin'. Ji ber vê yekê, dadgeh bi tevahî ji bo redkirina delîlên berhevkirî û beraetkirina tawanbaran e. Gelek delîl nehatin berhevkirin, ji bo yên hatine berhevkirin jî nirxandinên cûda hatin kirin.”    Alataş destnîşan kir ku Wezareta Dadê beriya ku doz dest pê bike dîsa agahî ji dadgehê xwestiye û wiha got: “Jixwe wezîfeya Wezaretê heye ku bi rêya dozger dosyayê lêkolîn bike. Bi vî awayî, dadgeh xwe serbixwe hîs nake. Wezareta Dadê ji aliyekî ve çavdêriyê dike ka çibû û çi qewimî, her wiha jixwe dozgerî vê yekê çavdêrî dike.”    ‘DEWLET BI XWE TÊ DARIZANDIN’    Alataş destnîşan kir ku Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ji rêzê ye û kesayetiya darazî ya dewletêj i vê dozê tê darizandin. Alataş anî ziman ku di wan salan de cînayetên pêk hatin bi biryarênsiyasî pêk hatin û her kesî vexwend rûbirûna cînayetên siyasî û darizandinek adilane. Alataş da zanîn ku darazê jî xwestiye ku bersûcên cînayetên siyasî xelas bike. Alataş anî ziman ku darizandinek berfireh li benda wan sekinî ye û ji bo darizandinek adilane pêk were û bepirsên cînayetên wan salan werin cezakirin çi ji destê wan were dê bikin û ji bo vê wê têbikoşin.    MA / Zemo Aggoz